* Li Stenbolê di nava du mehan de 93 kes bi hincetên rakirina wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berzkirina dirûşma “Bijî Serok APO”, gerandina govendê û parvekirinên ser medyaya dijîtal hatin binçavkirin. Ji wan 4 jê zarok 24 kes hate girtin, ji 3 zarokan re jî biryara hefsa malê hate dayîn. Tevî biryara AYMê ya “Berzkirina diruşma Bijî Serok APO ne sûc e” jî polîs êrîşî gel dike. Li dijî hemû gef û zordariyê jî gel di çalakiyan de dirûşma “Bijî Serok APO” berz dike.
* Rêveberê Komeleya Berî Her Tiştî Zarok Îbrahîm Yildirim diyar kir ku her saziyeke ku îdîayeke wê heye dikare bi qasî dilopeke avê kedê bide û wiha got: “Em dixwazin ku di qada zarokan de rêxistina xwe ava bikin. Em bi hev re vê xebatê bimeşînin û hêzê bidin hevdu. Divê ewilî zarokên Kurdistanê bigihin hemû zarokên cîhanê.”
* Şaredariya Bajarê Nu dê li eywana Meclîsa Şaredariyê komxebata “Di Rêveberiyên Herêmî de Atolyeya Komun û Kooperatîfan” li dar bixe (09:00-17:00)
* Rêxistina DBPê ya Sêrtê dê bi tevlîbûna Hevserokê DBPê yê Giştî Keskîn Bayindir û parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş 2yemîn Kongreya xwe ya Asayî li Eywana Dawetê ya Ûgûrê li dar bixe. (11:00)
* Rêxistina DEM Partiyê ya Karşiyakayê û Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman ya Avesta dê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî li ber Îskeleya Karşiyakayê şahiyekê li dar bixe.(18:30)
* Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê, dê li ser rêwitiya “Radyoya Yerîvanê” û rojnameya “Riya Taze” bi sernavê “Yerîvan Xeber Dide” gotûbêjekê li dar dixe. (19:00)








