• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
20 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Komkujiyek bikeser: Tevî sebîyek 8 rojî malbatekê qetil kirin

    Komkujiyek bikeser: Tevî sebîyek 8 rojî malbatekê qetil kirin

    Li Meletiyê bi pileya 5.6 erd hejiya

    Li Meletiyê bi pileya 5.6 erd hejiya

    Tevî biryara AYMê û muzakereya bi Ocalan re jî çima dirûşm û wêneyên wî tên qedexekirin?

    Tevî biryara AYMê û muzakereya bi Ocalan re jî çima dirûşm û wêneyên wî tên qedexekirin?

    ‘Em dixwazin di qada zarokan de rêxistina xwe ava bikin’

    ‘Em dixwazin di qada zarokan de rêxistina xwe ava bikin’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 20ê GULANA 2026an

    Leşkerên tirk li Dirbêsiyê 3 sivîl birîndar kirin

    Leşkerên tirk li Dirbêsiyê 3 sivîl birîndar kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Lezgîn Akdenîz / AW

20 GULAN 2026 - 09:26
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Ji sebiyê 8 rojî heta dayika 42 salî, 6 endamên malbata Elgun di şevekê de hatin qetilkirin. Bav Davut Elgun ê ji komkujiyê sax maye, tevî ku doz hatiye girtin, ji bo pêkanîna edaletê têdikoşe. 

Di sala 1993an de li gundê Xirabreşkê yê girêdayî navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di dîroka Kurdistanê de yek ji bûyerên herî hovane yên salên 90î wek komkujiyek pêk hat. Hêzên paramîlîter ên ku wekî kontrgerîla dihatin binavkirin, bi ser mala malbata Elgun de girtin û bê hişyarî erîşê malbatê kirin. Dema ku êrîş pêk hat, malbata Elgun di nava malê de bû. Di encama êrîşê de Nesîbe Elgun a 42 salî li gel zarokên xwe Lokman, Hidir, Nezîr, Hacer û sebîyê 8 rojî Murat Elgun jiyana xwe ji dest dan. Malbat bi gullebaranê hat qetilkirin û şopên wê rojê hê jî di xaniyê ku komkujî lê pêk hatiye de zindî ye. Xaniyê ku malbat tê de bû, di wê şevê de bû goristana wan.

Bavê ku malbata wî di şevekê de hat qitilkirin

Di wê şevê de ji malbatê tenê Davut Elgun ê ku wê şevê ji bo serdana keça xwe ya zewicî çûbû li gundeke din sax ma. Lê ji bo wî jiyaneke tije êş û elem dest pê kir. Hevsera wî û 5 zarokê wî bi howane hatibûn qetilkirin. Ew roja ku vegeriyabû gund, bi rastiya komkujiyê re rû bi rû ma û jiyana wî bi temamî hat guhertin.

Gefên serbaz yên piştî komkujiyê

Piştî komkujiyê, Davut Elgun di gelek qonaxan de rastî zext û gefan hat. Li gorî gotinên Elgun, serbazê bi navê Serdar bi awayekî eşkere li xwe mikur hatiye ku wî bixwe fermana komkujiyê daye û gef lê xwariye ku li ser komkujiyê bêdeng bimîne.

‘Dozgeran got PKKê sûcdar bike’

Dozgerên demê jî hewl dane ku bûyerê berevajî bikin. Dozgerên ku li dosyayê nêrîne, zext li Davut Elgun kirin ku PKKê sûcdar bike. Elgun vê daxwaza ku bi armanca rastiyan veşêrin hatiye kirin, red kir û bibiryar xwest sûcdarên rastîn eşkere bibin.

Bi heman hincetê careke din heman biryar derket

Di çarçoveya lêpirsînên komkujiyên salên 90î de, mijara kesên winda û cînayetên faîlên wan nediyar, yek ji pirsgirêkên herî kûr ên hiqûqî yên Tirkiyeyê ye. Di vê dosyayê de jî, bi hinceta “borîna demê” doz ji aliyê dadgeha Şirnexê hatiye girtin. Bi vî awayî failên ku diviyabû bihatana cezakirin, ji cezakirinê hatine parastin.

Birîna ku bi borîna demê nayê girtin

Dozên bi vî rengî nîşan didin ku pergala dadweriya Tirk, bi taybetî li herêmên Kurdistanê, rêbazên bêcezatiyê kiriye pratîkek fermî.

Heta ku ev dosyeyên girtî neyên vekirin û kesên ku fermanê dane û yên vê fermanê pêk anîne dernekevin pêşberî dadgehan, birînên malbatên qurbaniyan dê her vekirî bimînin.

Davut Elgunê ê 80 salî îro jî li ber xaniyê xwe yê ku êdî bûye goristana malbata wî, bi bîranînên xwe yên bi keser re tenê dimîne.

Etîket: bêcezahiştinborîna demêDavut ElgunHefteya Windayanhêzên paramîlîterKomkujîMalbata Elgunsalên 90î
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Goristana Gaziyê bernemeya bîranînê

Li Goristana Gaziyê bernemeya bîranînê

19 GULAN 2026
Li Mersînê komkujî: 6 kes hatin kuştin 8 kes jî birîndar bûn

Li Mersînê komkujî: 6 kes hatin kuştin 8 kes jî birîndar bûn

19 GULAN 2026
Şahida Komkujiya Dersimê jiyana xwe ji dest da

Şahida Komkujiya Dersimê jiyana xwe ji dest da

10 GULAN 2026
Ji Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk û KNKê peyamên tevkujiya Ermeniyan

Ji Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk û KNKê peyamên tevkujiya Ermeniyan

24 NÎSAN 2026
Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê: Xeyalên 33 rêwiyên xeyalan nîvco namînin

Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê: Xeyalên 33 rêwiyên xeyalan nîvco namînin

20 NÎSAN 2026
Kurdên Feylî: Tevkujî û birîna 46 sal in nayê kewandin

Kurdên Feylî: Tevkujî û birîna 46 sal in nayê kewandin

4 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Weqfa Mezopotamyayê Ferhenga Rastnivîsê çap kir

    Weqfa Mezopotamyayê Ferhenga Rastnivîsê çap kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta DEM Partiyê ev 53 roj in bi Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 20ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurdan hilbijartinên Şamê red kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 19ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Qonaxa Cemîl Paşa dengê helbestan bilind bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tevî biryara AYMê û muzakereya bi Ocalan re jî çima dirûşm û wêneyên wî tên qedexekirin?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em dixwazin di qada zarokan de rêxistina xwe ava bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (517)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne