Li Sêrtê bertekên li dijî tayinkirina qeyûm a li ser şeredariyê berdewam dikin. Hevşeredara Sêrtê Sofya Alagaş, parlamenterên DEM Partî û rêxistina DEM Partî ya Sêrtê çalakiya xwe bi şev jî bi meşekê berdewam kirin.
Li Sêrtê çalakiyên li dijî tayinkirina qeyûm a li ser şeredariyê di roja 3an de jî berdewam kirin. Bi tevlîbûna hevşeredar Sofya Alagaş, parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sebahat Erdogan Saritaş, parlamenterê DEM Partî yê Mêrdînê Kamuran Tanhan û rêveberên DEM Partî yên Sêrtê vê li taxa Koperatîfê çalakiya meşê li dar xistnin. Di çalakiyê de parlamenterê DEM Partî yê Mêrdînê Kamuran Tanhan axivî. Kamuran Tanhan bi lêv kir ku qeyûm nenaskirina vîna gel e û got: “Em ê jî li dijî vê biryara qeyûm têkoşîna xwe bidomînin. Qeyûm desteserkirina vîna gel e. Em bang li gelê xwe yê Sêrtê dikin ku li dijî vê biryarê xwedî li şeredariyê derbikevin û tevlî çalakiyên li ber şeredariyê bibin.”
Girseyê bi stran û dirûşmeyên, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Qeyûm talan e berxwedan jiyanê” , “Qeyûm li Kurdistanê bi ceheme”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin jiyan azadî” meşiyan. Welatiyên taxê jî bi çepikên xwe piştgiriya girseyê kirin.