Meşvanên Meşa Dirêj li Qada Bastille ya Parîsê bi 26 hucreyên sembolîk pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê ya 26 salan a Îmraliyê teşhîr kirin û peyama ‘’Werin em bi hev re dîwarên Îmraliyê hilweşînin û Rêber Apo azad bikin’’ dan.
Meşa Dirêj di roja 11emîn de berdewam kir. Meşa Dirêj ku di 21ê çileyê de di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de dest pê kir bi çalakiyên cuda didome. Meşvanan li Qada Bastille ya Parîsê çalakiyeke ku pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê teşhîr dike, li dar xistin.
Çalakî li Qada Bastilleyê hate lidarxistin ku vê qadê şahidiya gelek bêhiqûqî, êşkence û qirkirinan kiriye û li heman qadê zindana Bastilleyê hatiye xirabkirin û a niha jî weke Qada Azadiyê ya Bastilleyê tê pênasekirin. Çalakvanan bi hucreyên yekkesî şert û mercên rehîngirtina Rêber Apo ya 26 salan nîşan da.
Gelek jin, ciwan, parêzer, siyasetmedar û karkerên înşeatê beşdarî çalakiyê bûn.
Nnivîsên bi Fransî yên têkildarî pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê û bêhiqûqiyên li Îmraliyê bi hucreyên sembolîk ve hatin daliqandin. Çalakvanan di nava hucreyên sembolîk de gotin ku ‘’Heya Rêber Apo azad nebe, em jî azad nabin’’ û bang li gel kir ku tevlî têkoşînê bibin û peyama ‘’Werin em bi hev re dîwarên Îmraliyê hilweşînin û Rêber Apo azad bikin’’ dan.
Çalakvanan piştre bi berzkirina dirûşmeya ‘’Bijî Serok Apo’’ hucreyên sembolîk hilweşandin û qala giringiya azadiya Rêber Apo kirin.
Meşvanên Meşa Dirêj bang li her kesî ku xwedî li pêngava “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” derkevin û ji bo tevlîbûna çalakî û meşa mezin a ku dê di 15ê Sibatê de li Strasbourgê were lidarxistin, bang kirin.
Meşa Dirêj, wê heya 15ê Sibatê li bajarên cuda bi çalakiyên cuda berdewam bike.