* Parlamentera Sêrtê ya DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş tekildarî tayinkirina qeyûm a li ser şeredariyê anî ziman ku desthilat ji aliyekî vê qala aştiyê dike û ji aliyê din vê jî polîtikayên xwe yên li dijî gelê kurd berdewam dike û got: “Heke hûn aştiyekê bixwazin divê hûn mafê gelê kurd nas bikin”
* Hevseroka MATUHAY-DERê Dîlek Sonmez Demîr, bal kişand ser zext û binpêkirinên mafên girtiyan ên li herêmae Marmarayê û anî ziman ku her diçe binpêkirinên mafan zêde dibin û dema girtî derdikevin hevdîtina malbatan gardiyan pêlavên wan ji piyê wan derdixin. Girtî ji bo vê yekê şermezar bikin bi gore û şimikan derdikevin hevdîtinê.
* Li Sêrtê dê li dijî tayînkirina qeyûman bi tevlêbûna hevşaredar û parlamenterên DEM Partiyê meş bê li darxistin û daxuyanî bê dayîn (12,00)
* NÇM bi minasebeta 34emîn salvegera damezirandina xwe dê li Eywana dawetê ya Ayaz Elegance bi dirûşmeya “Awazên Rojê” konserekê bide. (19.00)