Li Afganistanê xizaniya kûr dibe, qedexeyên Talîbanê yên têkildarî jinan û mekanîzmayên parastinê yên hilweşiyane tundiya navmalbatî ya li ser jinan zêdetir xeternak, veşartî û ji aliyê jinan ve xwejêxilaskirina wê zehmetir dikin.
Krîza însanî ya li Afganistanê her diçe kûrtir dibe, bi taybetî rewşa jinan hîn kûrtir dibe. Ligel têkoşîna jiyanê ya bi milyonan însanan tundiya li ser jinê û rewşa ku têde ne êdî hatiye asta ku nayê dîtin. Li Afganistanê hema bêje nivî nifûsa welêt hewceyî alîkariya mirovî ye û li gel birçîbûn, bêkarî û têkçûna xizmetên raya kamûyê têkiliyên bengîtiya navmalbatî jî girantir dikin.
Ji sala 2021an ve ye yanî roja ku Talîban desthilatdariyê bi dest xistî, qedexeyên ku beşdarbûna jinan a ji jiyana giştî re hedef digirin jî vê tabloyê kûrtir dike. Xebitina piranî jinan ji xebatên sektora kamûyê hatine qedexekirin û mafê perwerdeyê ya zarokên ji 12 saliyê mezintir jî hatiye astengkirin. Sînordarkirina derfetên jinan ên xebat, perwerde, tevgerîn û hebûna di nava raya giştî de, rêyên xwexilaskirina ji tundiya nava malê jî digire.
Mafparêzên jinan û rojnamegerên xwecihî diyar dikin ku bêçarebûna aborî û zewicandina bi darê zorê û ya di temenê biçûk de zêde bûne, bengîtiya jinan a ji hevjînên xwe yan jî malbatên hevjînên xwe re zêde kûr bûye û tundiya navmalbatî jî têne veşartin.
Zewicandina bi darê zorê berê jinan dide mirinê
Bûyereke li vîlayeta Ghor a rojavayê Afganistanê qewimiye nîşan da ku xizanî, zewicandina bi darê zorê û bêcezatî çawa ji bo jinan rê li ber encamên xeternak vedikin. Farzana ya 18 salî ku li navçeya Pasaband a Ghorê dijiya, di encama êrîşeke navmalbatî de jiyana xwe ji dest da.
Çavkaniyeke xwecihî ya ji Dengê Almanyayê re axiviye, got ku di nava malê de êrîş li Farzanayê hatiye kirin. Bijîşkekê jî diyar kir ku şopên derbe û îşkenceyê bi awayekî eşkere tên dîtin û ev yek cînayet e. Hat zanîn ku Farzana bi darê zorê bi zilamekî 50 salî yê beriya niha du caran zewiciye re, hatiye zewicandin.

Rojnameger û malbat têne bêdengkirin
Her çend li Afganistanê tundiya li ser jinan were zanîn jî gelek caran di raya giştî de nayê nîşandan. Rojnamegereke ku naxwaze navê xwe eşkere bike diyar kir ku di bin rêveberiya Talîbanê de zexta li ser çapemeniyê hatiye zêdekirin û wiha got: “Talîbanê rojnameger û çapemenî gelekî sînordar kirin. Tu kes newêre van bûyeran bike nûçe.”
Pergala hiqûqa Talîbanê
Rêxistinên mafên mirovan diyar dikin ku pergala hiqûqê ya di bin rêveberiya Talîbanê de hatiye avakirin, dûrî parastina jinan e. Rêxistina mafên mirovan a Efxan a bi navê Rawadarî têkildarî belgeya daraziya sûcî ya ji aliyê Serokê Talîbanê Hibetullah Ahundzade ve hatiye îmzekirin û ji hemû dadgehên li seranserê welêt re hatine şandin fikarên cidî anîn ziman.
Rawadarî da zanîn ku belge bi awayekî eşkere li dijî standartên mafên mirovan ên navneteweyî û prensîbên sereke yên darizandina adilane ne.
Rêxistinê da zanîn ku belgeya berbehs awayên din ên tundiya fîzîkî, derûnî yan jî zayendî bi awayekî eşkere qedexe nekirine.
Ferqa di navbera daxuyaniya fermî û rastiyê de
Rayedarên Talîbanê jî rexneyên têkildarî nedîtina tundiya li ser jinan red dikin. Lê ferqa di navbera daxuyaniyên fermî û rastiya ku jin rû bi rû dimînin gelekî mezin e. Pergala Talîbanê ya jinan ji perwerdeyê, jiyana karî û qadên raya giştî dûr dixe, jinên ku tundiyê dibînin zêdetir bêparastin dihêle.
Çavkanî: ANF













