Neteweyên Yekbûyî di 29ê Gulanê de li ser tundiya zayendî raporek weşand. Di raporê de tê gotin ku bi şer re girêdayî tundiya zayendî ji sala 2025’an ve du qat zêde bûye.
Li seranserê cîhanê şer, pevçûn û aloziyên heyî jiyanê ber bi qirkirin û tunebûyînê ve dibe. Yên ku herê zêde ji her alî ve tê qirkirin û rastî her cure tundiyê û binpêkirinên mafan tên jî jin û zarok in.
Nûnera taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Pramila Patten, li ser tundiya zayendî ya di şer û pevçûnan de, raporek weşand. Di raporê de hişyariya ji sala 2025an ve tundiya zayendî du qatî zêde bûye, tê kirin. Di rapora salane de tê gotin ku tevî xwe gihandina heremên şer û kesên tundiyê re rû bi rû mane zehmet be jî lê 9 hezar 788 bûyerên piştrastkirî li 21 welatan destnîşan kiriye.
Her wiha di raporê de tê gotin ku nêzîkî 10 hezar doz li 21 welatan hatine belgekirin û du welatên nû li navnîşa binpêkeran hatine zêdekirin.
77 aliyên berpirsiyar
Raport her wiha 77 aliyên berpirsiyar ên binpêkirinan xistiye nava lîsteyê û di nav wan de saziyên dewletê yên wekî Îsraîl û Rûsyayê jî hene ku îsal ev her du dewlet li ser hatine zêdekirin.
31 dozên tundiya zayendî li dijî Filistîniyan
Neteweyên Yekbûyî 31 dozên tundiya zayendî li dijî Filistîniyan belge kirin. Piraniya van bûyeran li navendên binçavkirinê qewimîne ku jin û zarok jî têde bûne. Binpêkirin tecawiz, tecawizkirina komî û lêgerînên bi zorê yên bêmaf di hawîrdorek bêcezatiyê de bûne.
310 dozên îşkenceyê li dijî girtiyên şer
310 dozên îşkenceyê li dijî girtiyên şer û girtiyên sivîl ên Ukraynî jî hatine piştrastkirin. Di nav van dozan de rêbazên îşkenceyê yên wekî tecawiz, şoka elektrîkê ya li ser organên zayendî û lêdanên giran hene. Hate destnîşankirin ku Rûsya ji sala 2022yan vir ve bi ofîsa NYê re neketiye nav pêwendiyan.
Tundiya zayendî wekî taktîkek şer û rêbazek tepeserkirina siyasî tê bikaranîn
Raport her wiha destnîşan kir ku tundiya zayendî li Sûdan, Sûdana Başûr, Komara Demokratîk a Kongoyê, Haîtî, Myanmar û welatên din berbelav e ku ew wekî taktîkek şer, amûrek îşkenceyê û rêbazek tepeserkirina siyasî tê bikaranîn. Li gelek welatan, mêr û zarok jî di navendên binçavkirinê de dibin hedef, di heman demê de jin û keçên penaber bi xetereyên zêdetir re rû bi rû ne.
Raport bi taybetî tekez dike ku divê kesên bi tundiyê re rû bi rû tên neyên jibîrkirin û diyar dike ku ev binpêkirin gerdûnî û wêranker in û destwerdanek ku li ser maf û rûmeta kesên ku ji dest dane, hatine kuştin girîng e.













