Neteweyên Yekbûyî ji ber bûyerên destavêtin û destdirêjiyê yên li herêma şer, hêzên ewlekariyê yên Îsraîl û Rûsyayê xist lîsteya reş a salane.
Neteweyên Yekbûyî (NY) ji ber bûyerên destavêtin û destdirêjiyê yên li herêmên şer hêzên Îsraîl û Rûsyayê xist lîsteya reş a destdirêjiyê ya salane. Di raporê de ku ji aliyê Sekreterê Giştî yê NYyê Antonio Guterres ve hatiye amadekirin, hate ragihandin ku têkildarî hêzên her du welatan îdîayên li ser destdirêjiyê ‘yên bi rêkûpêk û cihê baweriyê’ hene.
Li gorî raporê, li navendên binçavkirinê yên Îsraîlê û li xaka Fîlîstînê ya dagirkirî li hemberî girtiyên Fîlîstînî bûyerên destavêtinê hatine qeydkirin.
Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku li Xeze û Şerîa Rojava heta bi sala 2023yan gelek bûyerên bi vî rengî hatine piştrastkirin. Di nava bûyeran de îşkenceya bi destavêtinê, destdirêjî, lêgerîna bi tazîkirî û biçûkxistinê hene.
Di beşa têkildarî Rûsyayê de jî işaret bi îdîayên destavêtina li dîlgirtiyên şer hate kirin ku ji aliyê Rûsyayê ve li herêmên dagirkirî yên li Ûkraynayê hatine girtin. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî di navbera salên 2022-2025an de bi sedan bûyerên destavêtinê hatin belgekirin ku piraniya wan li hemberî mêran hate kirin.
Îsraîlê biryara Neteweyên Yekbûyî weke ‘cihê şermê û absurt’ pênase kir û diyar kir ku wan têkiliya xwe ya bi Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî re sekinandine. Rûsyayê jî têkildarî raporê hîn daxuyaniyeke fermî nedaye.
Di raporê de her wiha hate ragihandin ku bûyerên destavêtinê ya li qadên şer gelekî zêde bûne û piraniya mexdûran jî jin û zarokên keç in. Di raporê de hate gotin ku binpêkirinên bi vî rengî hîn giran û bi rêkûpêk dibin.













