Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Sema Bîngol û 7 kesên din ku duh hatibûn binçavkirin, piştî kontrola li nexweşxaneyê hatin berdan. Karûbarên îfadedayînê ya 16 kesan li edliyeyê berdewam dike.
Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên Enqereyê ji bo bîranina Ethem Sarisuluk ku di 2013an de ji ber çalakiyên Parka Geziyê ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin, xwestin bernameya bîranînê li dar bixin. Polîsan girseyê dorpêç kir û êrişî girseyê kiribû. Di nav de nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Sema Bîngol jî ku hebû 24 kes hatibûn binçavkirin.
Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Sema Bîngol, welatiyên bi navê Berfîn Guneş, Feza Gencay, Tunç Sarp, Zehra Camci, Can Bolatca piştî karûbarên kontrola li nexweşxaneyê hatin berdan. Hat zanîn ku duh bi şev jî du kesên din ên di binçavan de ku navê wan nehat zanîn piştî îfadeyên li midûriyeta polîsan hatine berdan.
16 kesên din ên di binçavan de sewqî edliyeyê hatin kirin û karûbarên wan ên li edliyeyê berdewam dike.













