Di 31ê Gulanê de li dijî Elewî û Durziyên li Sûriyeyê kampanyayeke nefretê hat destpêkirin. Di kampanyayê de boykotkirina karsazên herdu civakan, hevaltî nekirina wan, hemû têkiliyan qutkirin û hwd. cih digire.
Gotinên nefretê û bangên cudakar li dijî civakên Elewî û Durziyên li Sûriyeyê di demên dawî de zêde bûne. Bi kampanyayeke nû ya hashtagê ku di 31ê Gulanê de hat destpêkirin, daxwaza qutkirina têkiliyên bazirganî û civakî bi welatiyên Elewî û Durzî re hat kirin. Kesên di nava kampanyayê de cih digirin ji Sûriyeyiyên ku li hundir û derveyî welat dijîn xwestin karsaziyên Elewî û Durzî boykot bikin.
Di parvekirinan de daxuyaniyên cudakar ên wekî rêgirtina li zarokan ji hevaltiya bi zarokên Elewî û Durziyan re, dûrketina ji silavkirina mirovên ji van civakan, dûrketina ji karsaziyên wan, kirêkirin an firotina xaniyan ji wan re û nedayîna kar ji wan re di nava xwe de dihewîne.
Her çendî kampanyayê ji derdorên nêzî HTŞ’ê piştgirî girtibe jî yên ku ji bo jiyana hevbeş a bawerî û nasnameyên cuda li Sûriyeyê parêzvaniyê dikin, li hemberî van bangan bertekek nîşan dan. Bi daxuyaniyên ku li ser medyaya dîjîtal hatin dayîn, hat diyarkirin ku kampanyayên bi vî rengî, cudakariya mezhebî teşwîq dikin, aştiya civakî têk dibin, welat zêdetir polarîze dikin û aloziyên mezhebî gur dikin.













