RIHA – Siyasetmedarên Kurd Muhsîn Melîk û Mehmet Ayyildiz li Goristana Deriyê Harranê ya navçeya Eyyubiye yê Rihayê li ser gora xwe hatin bibîranîn.
Siyasetmedarên Kurd Muhsîn Melîk û Mehmet Ayyildiz li Goristana Deriyê Harranê ya navçeya Eyyubiye yê Rihayê li ser gora xwe hatin bibîranîn. Bîranîn ji aliyê KAT-DERê ve hat lidarxistin û endamên malbatê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên bajêr beşdar bûn.
Bernameya bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir. Hevjîna Muhsîn Melîk, Senay Melîk di bîranînê de axivî û wiha got: “Em bi êşa xwe ya ku 32 sal in kêm nebûye li vir in. Hevjînê min ê delal, Muhsîn Melîk ku tenê sûcê wî parastina gel bû, di 2yê Hezîrana 1994an de li navenda bajarê Rihayê ji aliyê dijminên mirovahiyê ve bi hovane hat kuştin.”
Senay Melîk destnîşan kir ku hevjinê wê tevî hemû gef û şopandinan jî bi berpirsyarî û hesasiyeta rewşenbîrekî li kêleka gelê xwe, mexdûr û bindestan sekiniye û her ji bo dozê têkoşiyaye û ev tişt anî ziman: “Hişyarî û wêrekiya gel dijminên demokrasiyê tirsand, hêzên tarî ku nekarîn wan bitirsînin, xwestin vî kurê wêrek ê gelê Kurd ji holê rakin û ramanên wî tune bikin. Lê şehîd namirin. Ew bi ramanên xwe û tiştên ku ji bo pêşerojê dihêlin dijîn. Îro xewn, raman û hêviyên Muhsîn her tim bi me re ne. Bi hezaran Melîk Muhsîn li deştên Mezopotamyayê bi heman ramanê dijîn.
Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Nîhat Demîrbîlek jî got ku ew şopdarên rêya heqîqetê ya ku wan hiştiye ne.
Piştî bîranîna li ser gora Muhsîn Melîk, girse ber bi gora Mehmet Yildiz ve çû. Li vir jî soza domandina têkoşînê hat dayîn.
Bîranînbi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.















