Hêzên Haşdî Şabî li Mûsilê l operasyon li dar xist û sê çeteyên DAÎŞê kuştin.
Fermandariya Giştî ya hêzên Haşdî Şabî bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li sînorê bajarokê Beac a ser bi parêzgeha Nînowayê ya Mûsilê li dijî çeteyên DAÎŞê operasyonek li dar xistine.
Haşdî Şabiyê di daxuyaniyê de da zanîn ku di encama operasyonê de 3 çeteyên DAÎŞê hatine kuştin.













