Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan civiya. Hat zanîn ku di civînê de merhaleya ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gihîştiyê, di vê çerçoveyê de xebatên dê bên kirin bê nirxandin.
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, li Navenda Giştî ya DEM Partiyê ya li Enqereyê civiya. Hat zanîn ku dê di civînê de mijarên di rojevê de ne bên nirxandin û nîqaşkirin.
Hat diyarkirin ku dê merhaleya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gihîştiyê, di vê çerçoveyê de serdanên partiyên siyasî, geşedanên li Kurdistan û Tirkiyeyê û pêşketinên li Rojhilata Navîn dê bê nîqaşkirin. Her wiha dê li ser xebatan jî plansaziyek bê kirin.
Her wiha yek jî rojeva Desteya Rêveberiya Navendî beriya Meclîs bikeve batlaneyê çêkirina qanûnan e. Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê dê hevdîtina li Girava Îmraliyê û nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser pêvajoyê jî binirxîne. Her wiha kongreya DEM Partiyê ya ku tê payîn di meha Îlonê de bê lidarxistin jî di rojeva civînê ye. Geşedanên biryara “Batalkirina teqez” a li ser CHP jî dê di civînê de were nirxandin.
Tê payîn ku piştî civînê Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan derbarê civînê de daxuyaniyê bide.













