Amed – TJAyê têkildarî biryara betalkirina nafaqayê ya AYMê bertek nîşan da û diyar kir ku ew vê êrîşa eşkera ya li ser mafên destkeftiyên jinan û mafên jinan xesp dike, nas nakin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî biryara guhertina rêziknameya nafakaya ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) daxuyanî da. TJAyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku aqlê mêr-dewletê û pergala baviksalar, êrîşên xwe yên li ser destkeftiyên ku jinan bi berdêlên giran bi dest xistine, didomînin û wiha got: “Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a derbarê betalkirina qanûna ku mafê nefaqayê nas dike; biryareke wiha ye ku ji hiqûqê dûr e û bi destwerdaneke siyasî ya ku bi temamî li ser bingehên îdeolojîk ava bûye, hatiye dayîn. Em vê biryarê; wekî parçeyekî konsepta tesfiyeyê ya organîze dibînin ku dixwaze jinê di xefika malbatê de heps bike û vîna wê ya hevberdanê bişkîne. Em wekî TJAyê, vê biryara ku qadên jiyanê li jinan teng dike, bi eşkereyî red dikin!”
TJAyê da zanîn ku sînordarkirina mafê nafaqayê tê wateya mehkûmkirina jinan a ji bo xizaniyeke kûr û neçarhiştina jinan a di nav çerxa tundî, zext û kedxwariyê de û ev tişt anî ziman: “Em ê mafên xwe yên ku me bi berxwedanê bi dest xistine, dîsa bi berxwedanê biparêzin. Mafê nefeqeya herdemî, ne lutfeke dewleta baviksalar e; berhema têkoşîna kolektîf a jinan e ku li kolanan û di her qada jiyanê de meşandine. Em wekî TJAyê; vê êrîşa aşkera ya li ser mafên destkeftî yên jinan û vê biryara ku armanc dike mafê nefeqeyê xesp bike, nas nakin!”













