DEM Partiyê salvegera 11emîn a komkujiya 5ê Hezîranê daxuyaniyeke niviskî da û xwest hemû berpirsên komkujiyê bên darizandin.
DEM Partiyê di 11emîn salvegera komkujiya 5ê Hezîranê ya li dijî mîtînga HDPê ya Qada Stastyonê ya Amedê de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtalê daxuyaniyeke niviskî da.
Di daxuyaniyê de DEM Partiyê qurbaniyên komkujiyê bi bîr anî û wiha got: “Birîna wê êrîşa li dijî hêviya jiyana bi hev re bûyî ya gelan û aştiyê hê di dilê me de ye. Lêgerîna me ya edaletê weke roja yekemîn didome. Heta heqîqet derkevê holê û hemû berpirs hesab bidin ji bo êşên bi vî rengî neyên jiyîn em ê têkoşîna xwe bidomînin.”













