Delegasyoneke Partiya Civakî û Demokratîk (SPD) a Almanyayê serdana DEM Partiyê kir. Di serdanê de gotûbêj li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, geşedanên siyasî yên li Tirkiyeyê û siyasetemedarên girtî hate kirin.
Delegasyoneke Partiya Civakî û Demokratîk a Almanyayê (SPD) ku ji Cîgirê Serokê Giştî Alexander Schweitzer, Cîgira Serokê Parlamentoyê ya Ewropayê Katarina Barley, Serokê Koma Parlamenterên Tirk û Alman Serdar Yuksel, Serokê Rêxistinên Ciwanan a SPDê Philipp Turmer, Sekreterê Têkiliyên Navneteweyî yê SPDê Dr. Philipp Fink, Nûnerê Tirkiyeyê yê Weqfa Friedrich-Ebert-Stiftung (FES) Tina Blohm pêk dihat, serdana Navenda Giştî ya DEM Partiyê kir. Delegasyonê li navenda giştî bi Cîgira Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Ebru Gunay, Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî û Kordînatorê Têkiliyên Dervê yê DEM Partiyê Evren Çelîk re hevdîtin pêk anî.
Di hevdîtinê de mijarên têkiliyên Tirkiyeyê û Almanyayê, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û bandora wê ya li ser herême, zextên li ser CHPê û muxalefetê hate gotûbêjkirin. Her wiha DEM Partiyê helwesta xwe ya li dijî sepanên qeyiman, girtina siyasetmedaran û bicihneanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) jî ji heyetê re ragihand.














