Di 49emîn Lîjneya Giştî ya TMMOBê de hat gotin ku ji bo komar demokratîk bibe hewcehî bi têkoşînê heye û taritî bi têkoşîneke hevpar dikare bi dawî bibe.
Yekitiya Odeya Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB), li Navenda Çandê ya Kocatepe ya navçeya Çankaya ya Enqereyê 49emîn Lîjneya xwe ya Giştî li dar xist. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Serokê Giştî yê TÎPê Erkan Baş, Serokwekîlê Koma CHPê Gokhan Gunaydin, Seroka Giştî ya DÎSKê Arzu Çerkezoglu û gelek endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl tevlî Lîjneya Giştî bûn. Lîjneya Giştî ya TMMOBê dê 3 rojan bidome.
Serokê Giştî yê TMMOBê Emîn Korkmaz ku di Lîneya Giştî de axivî di serî de salvegera berxwedana Geziyê silav kir û got ku zexta desthilata AKPê li dijî rojnameger, partiyên siyasî û xwendekaran berdewam dike.
‘Dixwazin qeyûm biavêjin ser şaredariyan’
Emîn Korkmaz biryara betelkirina teqez a li dijî CHPê jî weke darbe bi nav kir û wiha got: “Desthilat ji bo hilbijartin nebin çi ji destê wan tê dike. Sepanên li dijî HDPê niha li dijî CHPê tên meşandin. Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hê jî dîl tên girtin. Tevî pêvajoyê jî zext berdewam dikin. Niha jî şaredarên CHPê tên girtin.
Piştrê jî peyama siyasetmedarê girtî Can Atalay ku ji Lîjneya Giştî re şandibû hat xwendin.
Serokwekîlê CHPê Gokhan Gunaydin jî bi lêv kir ku sepanên der hiqûqî yên li dijî CHPê di heman demê de li dijî demokrasiya Tirkiyeyê ne jî û wiha got: “Dixwazin qeyûm biavejin ser şaredariyên DEM Partî û CHPê. Rapora komîsyonê bi cih neanîn. Dixwazin pêvajoyê dirêj bikin û muxalefetê teslîm bigirin.”
‘Taritî bi têkoşîna hevpar dikarê bi dawî bibe’

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî destnîşan kir ku sepanên zextê û taritî bi têkoşîneke hevpar dikare bi dawî bibe û ev tişt anîn ziman: “11 sal berê di 5ê Hezîranê de êrîşa li dijî mîtînga HDPê di heman demê de têkoşîna me ya hevpar a wekhevî û azadiyê hedef girt. Têkoşîna ked, demokrasî û aştiyê ji hevdû nayê cuda kirin. Dema li cihekî aştî û demokrasî tune be metîngerî berdewam dike. Çareseriya pirsgirêka Kurd ne tenê destkêftiya Kurdan e. Demokratîkkirina komarê bi têkoşîna me ya hevpar pêkan e. Helwesta me şênber e. Em tu car dev jî têkoşîna ked, demokrasî û aştiyê bernadin.”
Serokê Giştî yê TÎPê Erkan Baş jî diyar kir ku li dijî zextan hewcehî bi rêxistinbûyineke şoreşgerî heye.
Serokê Giştî yê EMEPê Seyît Aslan jî destnîşan kir ku ew dê li dijî sepanên desthilatê têkoşîna xwe bidomînin.
Lîjneya TMMOPê dê heta 7ê Hezîranê bidome.














