• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dîlek Oz a ku piştî 32 salan hat berdan girseyî hat pêşwazîkirin

    Dîlek Oz a ku piştî 32 salan hat berdan girseyî hat pêşwazîkirin

    Leşkerên Tirk vegera gundiyên Zaxoyê asteng kir

    Leşkerên Tirk vegera gundiyên Zaxoyê asteng kir

    Li Reqayê êrişkarekî xwe teqand

    Li Reqayê êrişkarekî xwe teqand

    Dayika Aştiyê Munîbe Koç li Enqereyê hat definkirin

    Dayika Aştiyê Munîbe Koç li Enqereyê hat definkirin

    Sê Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatin binçavkirin

    Sê Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatin binçavkirin

    ‘Divê Meclîs ji bo bicihanîna Mafê Hêviyê tavilê qanûnan çêbike’

    ‘Divê Meclîs ji bo bicihanîna Mafê Hêviyê tavilê qanûnan çêbike’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Amed, Wan, Dêrsim û Stenbolê mitîngên 1ê Gulanê dest pê kirin

Navenda Nûçeyan / AW

1 GULAN 2026 - 14:00
Kategorî: KED Û ABORÎ, MANŞET
A A

Navenda Nûçeyan – Li Amed, Wan, Dêrsim û Stenbolê bi tevlibûna deh hezaran pîrozbahiyên mitîngên 1ê Gulanê dest pê kirin.
1ê Gulanê, li seranserê cîhanê wekî Roja Yekîtî, Piştevanî û Têkoşîna Karkeran tê pîrozkirin. Mitîngên 1ê Gulanê li Amed û Stenbolê bi tevlibûna deh hezaran kerker û welatiyan dest pê kirin.

Amed

Di pêşengtiya KESK, DÎSK, TMMOB, TTB û Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê bi boneya 1ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê li Qada Îstasyonê ya Amedê mitîng tê li dar xistin. Beriya mitîngê endam û rêveberên saziyên pîşeyî, saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî di nav de bi hezaran kes li Xaçerêya Semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê kom bûn bi meşê ber bi qada mitîngê ve herikîn.

Girseya ku di meşê de pankartên “Kesên ku pêşeroja xwe bi kedê ava dikin ew ê biserkevin”, “Çapemeniya azad civaka demokratîk”, “Li ser şopa heqîqetê bi keda Rojê em ê kapîtalîzmê hilweşînin, civaka komînal ava bikin”, “Keda me mafê me ye”, “Di Sosyalîzme de israr mirovbûyîne de israr e”, “Li hemberî kedxwariyê jiyanek e komînal” hilgirtin dirûşmên “Bijî yekê Gulanê” û “Bijî berxwedana karkeran” berz kir û dowîzên “Keda me mafê me ye” , “Bijî 1 Gulan”, “Di Sosyalîzme de israr mirovbûyîne de israr e”, “Li hemberî kedxwariyê jiyanek e komînal” hilgirtin.

Mitînga ku bi rêzgirtina ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê dest pê kir bi axaftinan didome.

Wan

Li Wanê jî bi pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê, bi dirûşma “Em ji bo ked, edalet, wekhevî, aştî û demokrasiyê li qadan e” li qada bajar mitîng tê lidarxistin. Bi hezaran kesên beriya mitîngê kom bûn, bi kortejan meş li dar xist. Mitîng, bi gerandina govendê dest pê kir. Tê payîn ku Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê di mitîngê de axaftinekê bike.

Dêrsim

Li Dêrsimê jî pîrozbahiyên 1ê Gulanê bi coşekemezin dest pê kirin. Sendîka, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û gelek kesên li Kolana Hunerê kom bûn, ber bi Qada Seyîd Riza ve meş li dar xistin. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Em karker in, mafdar in, dê bi ser kevin”, “Roj dê were dewran dê biguhere AKP dê hesabê bide gel” û “Bijî 1’ê Gulanê” hatin berzkirin.

Bi dawîbûna meşê re dê li Qada Seyîd Riza mitîng were lidarxistin.

Stenbol

Li Stenbolê jî bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) 1ê Gulanê bi dirûşma “Ji bo mafê kedê, edalet, aştî û demokrasiyê bibin yek û biguherînin” li Îskeleya Kadikoyê tê pîrozkirin.

Pîrozbahiyên li Stenbolê dest pê kirin.

Etîket: AmedDêrsimdest pê kirinDİSKKESKMitîngên 1ê GulanêPlatforma Saziyên DemokratîkStenbolTMMOBTTBWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê li dijî kuştina jinan meşiyan: Em tundiyê qebûl nakin

Li Wanê li dijî kuştina jinan meşiyan: Em tundiyê qebûl nakin

15 HEZÎRAN 2026
Dîlek Oz a ku piştî 32 salan hat berdan girseyî hat pêşwazîkirin

Dîlek Oz a ku piştî 32 salan hat berdan girseyî hat pêşwazîkirin

15 HEZÎRAN 2026
Banga sedsaleke nû: Konferansa Veguherîna Demokratîk

Banga sedsaleke nû: Konferansa Veguherîna Demokratîk

15 HEZÎRAN 2026
Mîhrîcana Jinan bi konserê bi dawî bû: Jin bi keda xwe bûn mînaka têkoşînê

Mîhrîcana Jinan bi konserê bi dawî bû: Jin bi keda xwe bûn mînaka têkoşînê

14 HEZÎRAN 2026
‘Komara Demokratîk ji bilî parastina xwezayê ne pêkan e’

‘Komara Demokratîk ji bilî parastina xwezayê ne pêkan e’

14 HEZÎRAN 2026
Roja duyemîn a mihrîcanê: Dengê jinên dengbêj olan da

Roja duyemîn a mihrîcanê: Dengê jinên dengbêj olan da

13 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Meletiyê panela Ziman û Wêjeyê: Divê her qad bibe Kurdî

    Li Meletiyê panela Ziman û Wêjeyê: Divê her qad bibe Kurdî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Starta ‘Mitînga Azadiyê’ dan: Niha dema meşa ber bi azadiyê ve ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Banga sedsaleke nû: Konferansa Veguherîna Demokratîk

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em dixwazin aştî pêk bê û vegerin gundê xwe’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zarokistanan bi şahiyekê dest bi betlaneyê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çandeke komûnê: Doşane

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Faîk Bulut: Demokratîkbûyîna komarê girêdayî zextên civakî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Encamnameya Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê hat aşkerakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jina Kurd Dr. Ronay Bakan du xelatên akademîk wergirt

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (444)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne