Hezaran kedkar bi berzkirina dirûşma “Bijî 1ê Gulanê” wek kortej ber bi Kadikoyê ve dest bi meşe kirin.
Li Stenbolê bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) bi boneya 1ê Gulanê li Îskeleya Kadikoyê pîrozbahiyan li dar dixin.
Ji bo tevlbûna pîrozbahiyên bi dirûşmeya “Ji bo mafê kedê, edalet, aştî û demokrasiyê bibin yek û biguherînin” tê lidarxistin hezaran kedkar li Sogutluceşmeyê kom bûn û bi kortejan ber bi qada Kadikoyê ve dest bi meşê kirin. Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterên DEM Partiyê, hevserok û rêveberên partiyan siyasî û hezaran kedkar û welatî tevlî meşê bûn.
Girseya kombûyî bi berzkirina dirûşma “Bijî 1ê Gulanê” dimeşe.














