Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari nameyek ji Komîteya Wezîran re şand ku “Mafê Hêviyê” ya ji bo Abdullah Ocalan bigire rojeva civîna xwe.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan bi boneya ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, mijara “Mafê Hêviyê” ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigire rojeva civîna xwe, ji komîteyê re nameyek şand. Komîte hefteya bê dê civîna xwe li dar bixe.
DEM Partiyê derbarê şandina nameyê de li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyaniyek kurt belav kir.
Peyama DEM Partiyê bi vî rengî ye:
“Hevserokên me Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan derbarê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li ser binpêkirina Mafê Hêviyê di doza Birêz Abdullah Ocalan de, ku dê di rojeva civîna Komîteya Wezîran a hefteya bê de be, nameyek ji Komîteya Wezîran re şandin.
Di nameyê de hat xwestin ku Komîteya Wezîran bi cidî biryarê binirxîne û di demek zûtirîn de ku dibêje Birêz Abdullah Ocalan jî divê ji Prensîbên Nelson Mandela û prensîba Mafê Hêviyê, ku her du jî biryarên girêdayî yên Neteweyên Yekbûyî ne, sûd werbigire, bi dawî bike.
Her wiha hat destnîşankirin ku ev mijar bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Tirkiyeyê ve girêdayî ye, divê ji hêla Komîteya Wezîran ve bi awayekî avaker û pabendbûna bi prensîbên bingehîn ve were nirxandin.”













