* Li ser banga gelek siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û akademîsyenan dê di 13 û 14ê Hezîranê de li Stenbolê konferansa “Di Sedsala Duyemîn de Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk” bê lidarxistin. Dr. Fadil Bedîrhanoglu derbarê konferansê de diyar kir ku hemû beşên civakê dê tevlî konferansê bibin û wiha got: “Em hevî dikin konferans bibe lingekî xurt a pêvajoyê. Hemû kes bibe xwediyê pêvajoyê.”
* Di serdema platformên dîjîtal û medyaya nû de, zimanê Kurdî ji bo civakê wekî “xeta herî dawî ya parastina nasname û çandê” tê pênasekirin. Lê belê, di navbera retorîka polîtîk û pratîka dîjîtal a rojane de nakokiyeke kûr heye.
* Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya Amedê Mûrat Aba têkildarî pêvajoyê diyar kir ku êdî mekanîzmeya heyî nameşe û wiha got: “Ji bo ku ev pêvajo encam bibe û rêya aştiyeke mayînde vebibe divê demildest gavên qanûnî bên avêtin. Karê meclisê û dewletê yê yekemîn ew e ku qanûnan amade bike û makezagonê biguherîne.”
* Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk dê bi dirûşma “Bi Îradeya Jinan Em Dibin Komun, Bi Rêveberiyên Herêmî Civaka Azad Dihûnin” li Eywana Konferansê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bê lidarxistin. (09:30)
* Şaxên ÎHDê yên Amed, Êlihê û Colemêrgê û xizmên windayan dê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” ku her hefte li dar dixin, bidomînin. (12:00)
* Çalakiya Dayikên Şemiyê dê di hefteya 1110emîn de li Qada Galatasarayê bidome. (12:00)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHDa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 741emîn de çalakiya Rûniştina Fyê bidomîne. (13:30)
* Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan derbarê civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê de dê li navenda giştî ya partiyê daxuyaniyê bide. (13:00)
* Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê çalakiya rûniştinê ya ku du heftiyan carekê ji bo girtiyên nexweş li dar dixe, dê li ber Sumerbanka Kevn a li Konakê bidomîne. (13:00)
* Pêşengeha wêneyan a “Çîrokên Mezopotamyayê” dê li Çand Amedê bê vekirin. (18:00)
* Platforma Saziyên Demokraîk a Stenbolê li dijî darvekirinên li Îranê pêk tê dê li pêşiya Balyozxaneya Îranê daxuyanî bide. (18:00)








