* Amediyan derbarê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin de axivîn û gavneavêtina dewletê rexne kirin û destnîşankirin ku gav yek alî nabe û heke wiha berdewam bike baweriya tu kesî bi pêvajoyê namîne.
* Balyozê DYAyê yê Enqereyê Tom Barrack ku di gulana 2025an de weke Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê hatibû wezifedar kirin, li gorî daxuyaniya Wezîrê Derva yê Amerîkayê ji wezîfeya xwe ya fermî veqetiya. Lê Tom Barrack ji meha gulanê ve ne weke dîplomatek lê bêtir weke “karsazekî bazarê” tevgeriyaye. Siyaseta Barrack ji aliyê gelên herêmê ve weke mînakeke herî rût û bêexlaq a pragmatîzma Emerîkayê tê pênasekirin.
* Încî kefalî ango masîpankên ku cureyekî endemîk ê Gola Wanê ye dest bi koça ber bi avên şêrîn va kirin ku li hev zêde bibin. Rêwîtiya masîpankan ji golê ber bi çeman ve destpê kiriye li Sûlava Masiyan ya li navçeya Erdîşê rastî eleqeyeke zêde tê û dîmenên xweşik xwe radixin ber çavan.
* Piştgirîya Geziyê bi boneya salvegera Berxwedana Geziyê û ji bo bîranîna Etem Sarisuluk dê li Guvenparka Enqereyê bicive. (17:40)
* Amedspor dê Kongreya xwe ya Giştî ya Asayî li Ewyana Civînê ya Çand Amedê li dar bixe. (18:00)
* Boneya 13emîn salvegera Berxwedana Geziyê dê Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Îzmîrê li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylanê daxuyanî bidin. (18:30)
* Hunermend Mikail Aslan dê bi hevkariya Şaredariya Sûrê û Sanatça Organîzasyonê li Qada Şêx Seîd ya Amedê konserek li dar bixe. (20:00)
* Karkerên madenê yên girêdayê Sendîqaya Karkerên Madenê ya Xweser, ji bo destheqê xwe bi dest bixin cardin dê li Enqereyê têkoşîna xwe bidomînin.








