TJAyê bertek nîşanî gotinên zayendperest ê Rahmî Koç ên li hemberî jinên Kurd da û diyar kir ku tu desthilat û sermeyadarên mêrperest nikarin di bin navê ‘mîzahê’ de rûmeta jinan bikin hedef û dê ev yek tu carî neyê qebûlkirin û xwest ku Koç ji jinên Kurd lêborînê bixwaze.
Tevgera Jinen Azad (TJA) li ser hesebê xwe yê medya dîjîtal daxuyaniyek belav kir û bertek nîşanî gotinên zayendperest ê karsaz Rahmî Koç da ku di dema vekirina nexweşxaneyê de li hemberî jinên Kurd bi kar anîbû.
Daxuyaniya TJAyê bi vî rengî ye:
“Em gotinên zayendperest ên serokê Koç Holdîngê Rahmî Koç di bin navê ‘pêkenokê’ de jinên Kurd dike hedef, tu carî qebûl nakin. Ev gotin bi tena serê xwe gotineke mîzahî nîn e; nîşaneya zîhniyeta kapîtalîst, feodal, nijadperest û mîlîtarîst e ku bi sedan sal in li ser laş û nasnameya jin tê meşandin. Bi awayekî sîstamatîk dixwazin bi rêya nasname, ziman û hebûnê jinên Kurd bidin hedefa polîtîkayên dagirkeriyê. Aqlê nêr ku tenduristî, mahremiyet û zanebûna jinan biçûk dibîne, careke din di şexsê jinên kurd de zîhniyeta xwe yê qirêj nîşan daye. Ev gotinên ku di bin navê ‘pêkenokan’ de tên kirin, derveyê hewldana tunekirina têkoşîna azadiya jinên Kurd û berxwedana civakî tu tiştek nîn e.
Îro tevgera jinên Kurd ku bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ji hemû jinên cîhanê re bû îlham, li hemberî her cure paşverûtî, zayendperestî û zîhniyeta yekperestî barîkata herî bi hêz e. Ev zimanê zayendperest ê nêr zimanê veşartina zîhniyeta xwe ya rizayî ye ku hewl dide îradeya me bişikîne. Ne hedê burjuva û temsîlkarên wan ên mêrperest e ku heqeret li jinan bikin. Em bang li Rahmî Koç dikin ku demildest lêborînê ji jinên Kurd bixwaze. Tu sermeya û desthilata mêrperest nikarin di bin navê mîzahê de jinên Kurd bikin hedef.
Em ê bi mezinkirina têkoşîn û rêxistinbûna xwe li her derê qadê, li dijî zîhniyet û zimanê zayendperest ên kapîtalîst modernîte bibin bersiv.”












