Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD a Stenbolê di hefteya 741emîn de ji bo balê kişinene ser rewşa girtiyên nexweş Adnan Oztel çalakî li dar xist û xwest ku Adnan Oztel ê nexweş bê berdan û tedawî bibe.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya ‘Rûniştina Fyê’ di hefteya 741emîn de li pêşiya avahiya komeleya xwe ya navçeya Beyoglûyê li dar xist. Aktivîstên mafên mirovan, malbatên girtiyan û nûnerên rêxistinên siyasî û sivîl tev li çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo girtiyê nexweş Adnan Oztel ê ku hê di Girtîgeha Tekîrdagê hejmar 1 Tîpa Fyê de tê ragirtin daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankertên ‘Tedawî maf e nayê astengkirin’ û ‘Bila girtiyê nexweş Emrah Nebîoglû bê berdan’ û wêneyên girtiyên nexweş hatin rakirin.
Daxuyanî ji aliyê endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD a Stenbolê Taylan Bekîn ve hat xwendin.
‘Adnan Oztel hatiye asta korbûnê’

Adnan Bekîn anî ziman ku îro di girtîgehan de gihandina tenduristiyê hatiye asta sekinandinê û wiha got: “Di demên dawiyê de di girtîgehên jinan de serlêdan her ku diçe zêde dibe. Di Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan de 6 jin serî li komîsyona me dane. Li gorî serlêdanan di meha Gulanê de li Nexweşxaneya Sadî Konûk polîkîlînka dahîliyê û singê 2 bijîşk dema leşker di odê de û dest bi kelemçe girtiyan tedawî kirine. Di Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan de mafê tedawiyê tê astengkirin. Di hefteya 741emîn de girtiyê nexweş Adnan Oztel ê ku hê di Girtîgeha Tekîrdagê hejmar 1 Tîpa Fyê de tê ragirtin parve dikin. Adnan Oztel nexweşê fitiq, hemoroîd û Behçetê ye. Nexweşiya Behçetê jî di astekî pêş de ye. Bi sedema nexweşiyê jî di dereceyekê pêş de korîtî û pirsgirêkên mîdeyê heye. Çavekî wî ji sedî 60 a din jî sedî 40 nabîne. Li gorî agahiyên malbatê piştî hate girtin 5 salan nîşetên nexweşiya behçetê hatiye teşhîskirin. Lê piştî du salan tedawiya wî dest pê kiriye. Di rewşa girtîgehê de tedawî baş nehatiyekirin bi sedema wî jî Adnan Oztel hatiye asta korbûnê.”
Parêzer çû hevdîtinê

Adnan Bekîn destnîşan kir ku berî cejnê parêzer çûne hevdîtinê û wan agahiyan parve kir: “Parêzer got çavek wî ji sedî 60 nabîne.’ Nexweşiya behçetê bandor dike çavê din jî sedî 40 nabîne. Ji meha Mijdarê ve nikare bimeşê û rûnê. Di çokê wî de îltîhap heye. Divê werzişê bike lê ji ber nikare bimeşê nikare werzişê jî bike. Divê bi aweyekî ahengar derman bixwe lê di şertên girtîgehê de nikare. Em jî li vir bang dikin divê Adnan Oztel tavilê bê berdan.”
Piştî xwendina daxuyaniyê çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.













