• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Fexriye Yildirim: Medenî ket nav hewldana parastina gelê xwe

    Fexriye Yildirim: Medenî ket nav hewldana parastina gelê xwe

    Erdheja Venezuelayê: 235 mirî, 4 hezar û 300 birîndar hezaran winda hene

    Erdheja Venezuelayê: 235 mirî, 4 hezar û 300 birîndar hezaran winda hene

    Daxwaza Bayram Balci vegera welat bû

    Daxwaza Bayram Balci vegera welat bû

    ‘Heta daxwazên me pêk tên em ê çalakiya xwe bidomînin’

    ‘Heta daxwazên me pêk tên em ê çalakiya xwe bidomînin’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 26ê HEZÎRANA 2026an

    Hunermendên NÇMê banga tevlibûna mitîngê kirin

    Hunermendên NÇMê banga tevlibûna mitîngê kirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Fexriye Yildirim: Medenî ket nav hewldana parastina gelê xwe

    Fexriye Yildirim: Medenî ket nav hewldana parastina gelê xwe

    Erdheja Venezuelayê: 235 mirî, 4 hezar û 300 birîndar hezaran winda hene

    Erdheja Venezuelayê: 235 mirî, 4 hezar û 300 birîndar hezaran winda hene

    Daxwaza Bayram Balci vegera welat bû

    Daxwaza Bayram Balci vegera welat bû

    ‘Heta daxwazên me pêk tên em ê çalakiya xwe bidomînin’

    ‘Heta daxwazên me pêk tên em ê çalakiya xwe bidomînin’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 26ê HEZÎRANA 2026an

    Hunermendên NÇMê banga tevlibûna mitîngê kirin

    Hunermendên NÇMê banga tevlibûna mitîngê kirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

ÎHDa Stenbolê: Divê Şefîka Kandar a 66 salî bê berdan
ÎHDa Enqereyê: Girtiyê nexweş Cengîz Çelîk tavilê berdin

Stenbol - Enqere / AW

9 GULAN 2026 - 14:47
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHDa Stenbolê di hefteya 737emîn de bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Şefîka Kandar a 66 salî û xwest were berdan. Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Cengîz Sînan Halîl Çelîk û bang hate kirin ku tavilê were berdan.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya “Rûniştina Fyê” di hefteya 737emîn de li pêşiya avahiya komeleyê li dar xist. Hevserokên Giştî yên ÎHDê Cîhan Aydin û Oya Ersoy, Rêvebera Desteya Navendî ya ÎHDê Eren Keskîn, malbata girtiyên nexweş û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo girtiya nexweş Şefîka Kandar a ku li Girtîgeha Jinan a Amedê tê ragirtin daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de pankertên “Tedawî maf e nayê astengkirin” û “Bila girtiya Şefîka Kandar a nexweş bê berdan” û wêneyên girtiyên nexweş hatin rakirin. Daxuyanî ji aliyê endama ÎHDa Stenbolê Mukaddes Şamîloglû ve hate xwendin.

‘Şefîka Kandar her roj di bin talukeya krîza dil de dijî’

Mukaddes Şamîloglû diyar kir ku girtîgeh îro gelemperî bi mijara binpêkirina mafên mirovan tên rojevê û wiha got: “Miameleya nebaş, tundî û astengiyên ragihandin, tenduristî di raporên navteweyî de jî cih digire. Ev tevahî pirsgirêk ne tenê bandor dide jiyana girtiyan bandorî jiyana malbata girtiyan jî dike. Baweriya gel a edaletê li dî pergalê jî qels dike. Em di hefteya 737emîn de rewşa Şefîka Kandar a ku hê jî di Girtîgeha Jinan a Amedê de tê ragirtin bi raya giştî re parve dikin. Şefîka Kandar 66 salî ye û nexweşiya dil, tansiyon, farenjit, guatr û astimê pê re heye. Şefîka Kandar her roj di bin talukeya krîza dil de dijî. Li gorî agahiya malbatê di 6 salên dawî de rewşa Şefîka xirabir bûye. Şefîka Kandar bi alikariya hevalên xwe yên girtî pêdiwiyên xwe bi cih tîne. Rewşa Şefîka Kandar berî 6 mehan giran bû, wê rakirin nexweşxaneyê û anjiyo bû. Berî du mehan jî dema bi malbata xwe re diaxivû krîza dil lê da. Lê tevî vê yekê jî nehat berdan. Malbata Kandar û parêzeran di sala 2025an de serî li Saziya Tipa Edlî da. Lê tevî nexweşiyên wê jî Saziya Tipa Edli biryara ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da. Em di çalakiya xwe ya hefteya 737emîn de bang dikin ku di şexsa girtiya nexweş Şefîka Kandar de divê girtiyên nexweş hemû werin berdan.”

Piştî xwendina daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.

ENQERE

Însiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 609an de ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş Cengîz Sînan Halîl Çelîk li Cadeya Sakarya ya Enqereyê daxuyanî da. Endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên demokratik tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin û bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin. Di çalakiyê de dirûşmên “Tecrîd sûc e û bila bi dawî bibe” û “Ji girtiyên nexweş re azadî” hatin berzkirin.

Metna hevpar a daxuyaniyê ji aliyê Rêvebera Şaxa ÎHDa Enqereyê Kezîban Kalin ve hat xwendin. Keziban Kalin diyar kir ku ji ber ku girtiyên nexweş bi awayekî rêk û pêk nayên tedawîkirin nexweşiyên wan girantir dibin û wiha qala nexweşiyên girtiyê nexweş Cengîz Sînan Halîl Çelîk kir: “Cengîz Sînan Halîl Çelîk 28 sal in di girtîgehê de ye û piştî sewqî gelek girtîgehan hatiyê kirin niha li Tîpa S a Girtîgeha Çarşambayê ragirtiyê. Çelîk ji ber nexxweşiyên giran nikarê di şert û mercên girtîgehê de bimîne. Çelîk nexweşê epîlepsiyeyê û gelek caran li ser hîşê xwe diçe. Dema li ser hîşê xwe diçe dikeve erdê û ew jî dibe sedem ku birîndar bibe. Gelek caran ji ber nexweşiyê behna wî çikiyayê û nabza wî jî sekiniyê. Tevî ji ber nexweşiyê dermanên giran bikartînê jî ji nexweşiyê zêde bandor dibe û ew yek jî nişan dide ku divê rêk û pêk bê derman kirin. Her wiha ji ber nexweşiyê diranên xwe diqurmiçînê û ji ber wê jî di devê wî de diran nemanê. Li rex vê nexweşiyê Çelîk di heman deme de nexweşê pênceşera meseneyê. Ji ber vê nexweşiyê jî ameliyat bû ye û tedawiya pênceşere bû ye. Lê tevî divê ji ber tumora penceşerê bi rêk û pêk were tedawî kirin jî tedawiyeke baş nehatiyê kirin. Tevî divê nexweşiyên wî yên giran bi rêk û pêk were derman kirin û di bin çavderiyê de be jî tedawiyeke baş nehatiyê kirin. Ev yek jî binpêkirina mafê tenduristiyê ye û ev yek nayê qebûlkirin.”

Girtîgeh çav li nexweşiyên Çelîk girtiye’

Kezîban Kalin destnîşan kir ku parçeyên şarapnalê di laşê Cengîz Sînan Halîl Çelîk de hene û wiha got: “Çelîk êdî nikare bi rê ve biçe û rîtma wî ya dil xirab bûye û nexweşiyên wî yên ulser û hestiyên wî dihelin jî hene. Dema em li nexweşiyên Çelîk jî dinêrin ne pêkane ew di van şert û mercên girtîgehê de bimîne. Ew nikarê bi tenê serê xwe pêdiviyên jiyanî bicih bîne û divê bi awayekî rêk û pêk li derve were tedawîkirin. Tevî ku ji berê ve rapora, ‘Nikare jiyana xwe di girtîgehê de bidomîne û divê bi rêk û pêk were dermankirin’ dabûn Çelîk jî lê nayê berdan û di girtîgeha Tîpa S a Çarşambayê de tê ragirtin û girtîgehê çav li nexweşiyên Çelîk digire û rapora, ‘Dikare di girtîgehê de bimînê” daye wî. Li gor gotinên Çelîk sê caran wî derxistine Lîjneya Tenduristiyê û her sê caran jî jê re gotinê rewşa wî ya tenduristiyê baş e. Nexweşiya epîlepsiyê ku nexweşiyeke giran e weke nexweşiyeke ji rêzê hatiye nîşandan. Em bang li hemû saziyên berpirsyar dikin ku rêzê ji mafê rûmeta mirovan re bigirin û sepanên li dijî mafên mirovan bi dawî bikin û Cengîz Sînan Halîl Çelîk demildest bê berdan.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: çalakiya Rûniştina Fgirtiyên nexweşÎnîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ÎHD: Rasul Kocaturk û Resûl Baltaci demildest berdin!

ÎHD: Rasul Kocaturk û Resûl Baltaci demildest berdin!

20 HEZÎRAN 2026
‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

13 HEZÎRAN 2026
‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

13 HEZÎRAN 2026
Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê: Demildest Abdulhalîk Orak berdin

Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê: Demildest Abdulhalîk Orak berdin

6 HEZÎRAN 2026
‘Divê Adnan Oztel ê nexweş tavilê bê berdan û dermankirin’

‘Divê Adnan Oztel ê nexweş tavilê bê berdan û dermankirin’

6 HEZÎRAN 2026
Berdana Zubeyîr Îdem 3 mehan hat taloqkirin

Berdana Zubeyîr Îdem 3 mehan hat taloqkirin

31 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

    Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çarçove qanûn dê piştî civîna NATOyê bê rojeva Meclîsê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Teşhîsa şaş bû sedema texrîbatên giran!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Dayika Aştiyê Behiye Sevîm hate veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 26ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweşê giran Mehmet Elçe tevî rapora ATKê jî nayê berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • MEBYA-DERa Êlihê civîneke gel li dar xist

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Banga Mitînga Azadiyê: Divê mitîng bibe bersiva pêvajoyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (706)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne