Operasyona ku di 1ê hezîranê li ser Şaredariya Bucayê hatibû kirin de, Şaredar Gorkem Duman û burokratên şaredariyê jî di nav de 42 kes hatin gitin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku li ser Şaredariya Bucayê û şirketên wê dihat meşandin de, Şaredarê Bucayê Gorkem Duman, şaredarê berê Erhan Kilic û Serokê CHPê yê Bucayê Çagdaş Kaya jî di nav de gelek kes hatibûn binçavkirin. Piştî karûbarê wan ên li emniyetê qediya wan derxitin edliyeya Îzmîrê. Piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtin sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê derbarê Gorkem Duman, Çagdaş Kaya û Erhan Kiliç jî di nav de ji bo 22 kesan bi sûcên “Endamtiya rêxistina ku ji bo sûcan hatiye avakirin, standina rûşvetê û zîmetê” û 20 kesên din jî bi sûcadriya “Standina rûşvetê û zîmetê” biryara girtinê da. Her wiha dadgehê ji bo 9 kes bi şertê kontrola edlî û 3 kes jî biryara berdanê danê.













