• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
06 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin’

    ‘Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin’

    Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hate Amedê

    Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hate Amedê

    Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

    Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

    DEM Partiyê giliyê Rahmî Koç kir

    DEM Partiyê giliyê Rahmî Koç kir

    Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê: Demildest Abdulhalîk Orak berdin

    Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê: Demildest Abdulhalîk Orak berdin

    ‘Divê Adnan Oztel ê nexweş tavilê bê berdan û dermankirin’

    ‘Divê Adnan Oztel ê nexweş tavilê bê berdan û dermankirin’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin’

    ‘Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin’

    Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hate Amedê

    Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hate Amedê

    Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

    Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

    DEM Partiyê giliyê Rahmî Koç kir

    DEM Partiyê giliyê Rahmî Koç kir

    Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê: Demildest Abdulhalîk Orak berdin

    Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê: Demildest Abdulhalîk Orak berdin

    ‘Divê Adnan Oztel ê nexweş tavilê bê berdan û dermankirin’

    ‘Divê Adnan Oztel ê nexweş tavilê bê berdan û dermankirin’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin’

Stenbol / AW

6 HEZÎRAN 2026 - 18:58
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Saziyên Demokratîk a Stenbolê li dijî înfazên siyasî û darvekirinên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li pêşiya Balyozxaneya Îranê daxuyanî da û wiha hate gotin: “Werin em hemû bi hev re li dijî van qetlîaman dengê xwe bilind bikin, darvekirinan rawestînin û xwedî li nirxên mirovahiyê derkevin. Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin.”

Li Stenbolê Platforma Saziyên Demokratîk a Stenbolê ji bo şermezarkirina înfazên siyasî û darvekirinên li Îranê li pêşiya Balyozxaneya Îranê daxuyanî da. Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJAyê, rêveberên DEM Partî, HDK û DBPê ya Stenbolê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta li ser “Dengê gelê Kurd bi sêdaran nayê birîn û ji bo sêdaran bêdeng nemîne” nivîsîbû hat vekirin û wêneyên girtiyên ku ji aliyê Îranê vê hatine darvekirin hat vekirin.

Metna daxuyaniyê bi Kurdî û Tirkî hate xwendin. Kurdiya metnê endamê DBPê ya Stenbolê Mevlut Aykoç û Tirkiya wê jî aktivîsta TJAyê Rojda Yilmaz xwend.

Berî daxuyaniyê dirûşmeyên “Bijî berxwendana gelê Kurd” , “Yek e yek e gelê Kurd yek e” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.

‘Gelê Kurd bi sedsalan e ku têkoşîna hebûn û azadiyê dide’

Mevlut Aykoç ziman ku Komara Îslamî ya Îranê ku dijminê mirovahî û demokrasiyê ye, ji roja avabûna xwe ve polîtîkayên zext, înkar û tunekirinê li ser gelê Kurd dimeşîne û wiha axivî: “Rejîma Îranê ya nijadperest û olperest a ku hewl dide daxwaza herî piçûk a mafên demokratîk jî bi darvekirin, girtin û zextên giran bêdeng bike, heta îro bi hezaran ciwanên Kurd qetil kiriye û bi vî rengî hewl dide rêveberiya xwe ya rûxandî û dijminê gel li ser piyan bihêle. Li Rojhilata Navîn, gelê Kurd bi sedsalan e ku têkoşîna hebûn û azadiyê dide. Lê belê rejimên zordar, li şûna biratiya gelan û jiyana demokratîk, gelê Kurd her dem wekî gefekê dîtine. Rejîma Saddam li Iraqê, rejîma Esad li Sûriyeyê û desthilatdariya dîktator li Îranê; ji bo binpêkirin a nasname, ziman, çand û daxwazên demokratîk ên Kurdan, hemû polîtîkayên xwe li ser dijminatiya Kurdan ava kirine. Ev hişmendiya ku dixwaze gelê Kurd li ser axa wan bike penaber, wan bêvîn bihêle û tune bike; bi polîtîkayên şer, sirgûn, înfaz û asîmîlasyonê ev çend sal in herêmê ber bi taritîyê ve dikişîne.”

‘Dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” li çar aliyê cîhanê deng veda’

Mevlut Aykoç destnîşan kir ku kuştina Jîna Mahsa Amînî di sala 2022’yan de ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve, ne tenê li Îranê, li tevahiya cîhanê pêleke mezin a xezeb û berxwedanê afirand û wiha pê de çû:  “Dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” li çar aliyê cîhanê deng veda; ev dirûşm ne tenê bangek, lê veguherî felsefeyeke jiyanê ya gerdûnî ku azadiya jinê, wekheviya gelan û berxwedana li dijî rejimên zordar îfade dike. Rejîma Îranê ya ku ji roja avabûna xwe ve polîtîkayên darvekirinê li dijî Kurdan dimeşîne, îro hewl dide tengasiya xwe ya siyasî ya di qada navneteweyî de dîsa bi êrîşên li ser gelê Kurd derbas bike. Rejîma olperest a ku li hemberî aloziyên bi Emerîka û Îsraîlê re qels bûye, li hundur zextê hîn bêtir zêde dike; daxwazên mafên demokratîk tune dihesibîne û ciwan, siyasetmedar û aktîvîstên Kurd dike armanc. Di encama biryarên bilez ên ku bi dosyayên çêkirî, darizandinên biqusur û dadgehên formalîte de tên girtin, bi awayekî sîstematîk tên îdamkirin.”

‘Darvekirinên li dijî gelê Kurd demildest rawestînin’

Aykoç bi bîr xist ku Mêhrdad û Aşkan Malêkî di dema çalakiyên li Îranê de hatibûn girtin, hatin darvekirin û wiha bi dawî kir: “Înfazên siyasî yên ku îro li Îranê tên sepandin, ne tenê li dijî gelê Kurd, êrîşeke aşkere ye li dijî mafên mirovan, demokrasiyê û nirxên mirovahiyê. Bêdengbûn, hevparbûna vî sûcî ye. Em ji vir bang li rejîma  Îranê dikin: Darvekirinên li dijî gelê Kurd demildest rawestînin. Zextên li ser girtiyên siyasî bi dawî bikin! Dev Ji krîmînalîzekirina daxwazên mafên demokratîk berdin. Ev banga me ji bo raya giştî ya navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û hêzên demokrasiyê ye jî: Li hemberî darvekirinan bêdeng nemînin. Li dijî van polîtîkayên zext û înfazê yên ku li ser gelê Kurd tên meşandin, helwesteke zelal nîşan bidin. Bibin şopdarên binpêkirina mafên mirovan û zexta navneteweyî ya li ser rejîma Îranê zêde bikin. Gelê Kurd ne bi tenê ye. Kurd li Rojhilata Navîn yek ji dînamîkên herî bihêz ên jiyana demokratîk, xwişk-biratiya gelan û paşeroja azad in. Werin em hemû bi hev re li dijî van qetlîaman dengê xwe bilind bikin, darvekirinan rawestînin û xwedî li nirxên mirovahiyê derkevin. Gelê Kurd ne bi tenê ye! Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: ÇalakîdarvekirinÎranPlatforma Saziyên DemokratîkŞermezarStenbol
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di darvekirina jinan de Îran di rêza yekem de ye!

Di darvekirina jinan de Îran di rêza yekem de ye!

5 HEZÎRAN 2026
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê: Darvekirinan rawestînin

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê: Darvekirinan rawestînin

4 HEZÎRAN 2026
Pêkanînên rejîma Îranê li Şirnex û Mêrdînê hat şermezarkirin

Pêkanînên rejîma Îranê li Şirnex û Mêrdînê hat şermezarkirin

4 HEZÎRAN 2026
Platforma Saziyên Demokratîk: Darvekirinên li dijî gelê Kurd demildest rawestînin

Platforma Saziyên Demokratîk: Darvekirinên li dijî gelê Kurd demildest rawestînin

3 HEZÎRAN 2026
Îran: Em ê bi fuze û droneyan bersivê bidin

Îran: Em ê bi fuze û droneyan bersivê bidin

3 HEZÎRAN 2026
Li Îranê girtiyên siyasî bi gefa darvekirinê re rû bi rû ne

Li Îranê girtiyên siyasî bi gefa darvekirinê re rû bi rû ne

3 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

    Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa ‘Veguherîna Komara Demokratîk’: Divê hemû kes bibe xwediyê pêvajoyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Mezinkirina yekîtiyê berpirsiyariya me hemûyan a hevpar e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Derbarê Rahmî Koç de lêpirsîn hat destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rahmî Koç heqaret li jinên Kurd kir: Divê lêborînê ji gelê Kurd bixwaze

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 6ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mûrat Aba: Karê dewletê yê ewil ew e ku qanûnan amade bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî: Divê bajarên azad bên avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê aqûbeta kesên hatine windakirin û kuştin bê ronîkirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (154)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne