Navenda Nûçeyan – Li gorî agahiyan li navçeya Akrê ya girêdayî parêzgeha Dihokê 2 drone hatine xistin.
Rêveberê bajaroka Bicilê ya ser bi navçeya Akrê ya girêdayê parezgeha Dihokê Beşar Mihemedê ragihand ku ji aliyê balafirên şer ve 2 drone hatine xistin û got ku di xistina droneyan de tu ziyaneke çênebûye.
Her wiha heta niha nehatiye zanîn ka ew her du drone yên kîjan welatê yan jî komên çekdarî ne.













