Droneyek di saetên êvarê de êrişî baregeha Sazmanî Xebat ya partiyeke li Rojhilatê Kurdistanê ye ku dikeve bajarokê Rizgarî ya sînorê navçeya Xebat a Hewlêrê kir.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, berî çend kêliyan bi dronekê li bajarokê Rizgarî ya navçeya Xebat ya ser bi Hewlêrê êrişî Baregeha Partiya Sazmanî Xebat hate kirin.
Li gorî agahiyan ti ziyanên canî nebûye. Li aliyê din saziyên fermî ti daxuyaniyek nedane.
Hêjayî bibîrxistinê ye di êrişên rejîma Îranê ya li ser Başûrê Kurdistanê de 20 pêşmerge û welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û fermandarek Fransî jî hatiye kuştin.













