Civîna Desteya Giştî ya KNKê di roja duyemîn de bi nîqaşên li ser Konferansa Neteweyî dewam dike. Di civînê metirsiya Lozaneke duyemîn a li ser gelê Kurd hate nîqaş kirin û wekî çareserî peyama ‘biryardariya yekîtiyê’ hate dayîn.
Civata 24emîn a Desteya Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li bajarê Venlo yê Hollandayê, di roja duyemîn de bi nîqaşên li ser mijara Konferansa Neteweyî didome. Piştî axaftina li ser navê dîwanê ya têkildarî armanca civînê, delegeyan bi dorê mafê axaftinê girtin û ji bo xebatên Konferansa Neteweyî pêşniyarên xwe kirin.
Metirsiya Lozana duyemîn
Di civînê de Endamê Konseya Rêveber a KCKê û Endamê KNKê Zubeyr Aydar axivî. Aydar diyar kir ku ew ê di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina salvegera Peymana Lozanê ya ku perçekirina Kurdistanê erê kiriye de, li bajarê Lozanê panel û çalakiyekê li dar bixin. Aydar destnîşan kir ku ev panel ne tenê ji bo nîqaşkirina rabirdûyê ye û got ku armanca wan ew e ku rewşa heyî û sedsala pêşiya gelê Kurd nîqaş bikin. Aydar anî ziman ku navenda nîqaşên panel û çalakiyên ku wê li Lozanê bên lidarxistin, wê giranî têkildarî yekîtiya neteweyî be.
‘Divê em zextê li partiyan bikin’
Zubeyr Aydar da zanîn ku xebatên yekîtiya neteweyî li pêşiya wan tevan e û wiha got: “Lê ji bo ku ev yekîtî pêk bê, divê her kesê li vir, mêvan, nûnerên saziyan, rewşenbîr û hemû kesayet, zextê li partiyên Kurdî bikin. Divê zext û lihevkirinek di ser partiyan re pêk bê. Ev zext dibe ku hemû partiyan di xalekê de bîne cem hev û yekîtiya neteweyî pêk bîne. Ji ber ku îro dijminên gelê Kurd dixwazin Lozaneke duyemîn bi Kurdan bidin jiyîn. Rewş gelekî cidî ye, tu garantiyek nîne ku tiştên îro li Rojava diqewimin wê sibe li Başûr rû nedin. Jixwe li ser wê derê jî metirsiyên cidî derdikevin holê. Ji ber vê yekê partî kîjan dibe bila bibe, divê em zextê li partiyan bikin. Ev zext wê wan neçarî yekîtiya neteweyî bike. Îro wê li vir ji bo Konferansa Neteweyî biryarek bê girtin û komîsyonek bê avakirin. Wê KNK jî li gorî pêşveçûn û encamdana van xebatên konferansê xwe nû bike û bi pêş bixe.”
Aydar destnîşan kir ku gaveke bi vî rengî wê hem destkeftiyên Rojava mayînde bike, hem metirsiyên li ser Başûr pûç bike, hem jî bandoreke erênî li pêvajoya Bakur bike û li Rojhilat jî rûpeleke nû veke.
Azadiya Rêber Ocalan xeta sor e
Piştî axaftina Aydar, peyama Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk a ji bo Desteya Giştî ya KNKê hate xwendin. Di peyamê de hate diyarkirin ku KNK di navbera her çar perçeyên Kurdistanê û dîasporayê de wekî pireke yekîtiyê kar dike û di pêşxistina dîplomasiya navxweyî de roleke girîng dilîze. Însiyatîfê ve xal anîn ziman: “Divê gelê me yê welatparêz li her çar perçeyên Kurdistanê û dîasporayê bi helwesteke neteweyî, civakeke rêxistinkirî û yekîtiya demokratîk pêşwaziya jiyana nû bike.”
‘Azadiya Ocalan xeta sor e’
Di daxuyaniya Yekîtiyê de rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha hate destnîşankirin: “Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Aştî û Civaka Demokratîk ji bo pêşerojeke nû gelekî girîng e. Azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan û daxwazên wî, ne tenê ji bo pêvajoya heyî, di heman demê de ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd jî wekî ‘xeta sor’ derdikeve pêş. Ji ber vê yekê, eger em karibin li Kurdistanê yekîtiyeke berfireh ava bikin, bêguman wê destê wî jî xurtir bibe û wê hemû cîhan baştir fêm bike ku gelê Kurd li herêma xwe aktorekî mezin e û nayê paşguhkirin.”
Di dawiya peyamê de hate destnîşankirin ku dem dema yekîtiyê ye û bi bîranîna şehîdan re peyama xwedîderketina li mîrateya KNKê hate dayîn.













