Li ser çerxerêya Ebex û Qelqeliyê qezaya trafîkê qewimî û di encama qezayê de 4 kesan jiyana xwe di dest da û 6 kes jî birîndar bûn.
Li ser çerxerêya navçeyên Ebex û Qelqeliya Wanê qezayeke trafîkê qewimî. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di encama lihevqelibîna du otomobîlan de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cendirme û îtfaiye sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Birîndar piştî mudaxaleya ewilî bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Hate ragihandin ku derbarê qezayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.













