Mûş – Çemê Muradê di navbera kana zêran a Agiriyê û JESa Mûşê de ber bi tinebûnê ve diçe. Ev her du projeyên talanker gefê li xwezayê û 16 gundan dixwin û metirsiya erdhej û koçberiyê zêde dikin.
Îro li seranserê cîhanê û bi taybetî li ser axa Kurdistanê, polîtîkayên ku bi navê “enerjiyê” tên birêvebirin, dibin sedema karesatên ku vegera wan nepêkan e. Birîna daristanan, jehrîkirina rûbarên mîna Çemê Muradê bi siyanûrê, avakirina bendav û santralên ku li ser xetên fayê yên erdhejê bandor dikin, hemû rûyên vê polîtîkayê ne. Ev talan di eslê xwe de êrişa li ser bîr, çand û hebûna civakê ye.
Li Giyadînê 470 hektar qad di bin metirsiya siyanûrê de ye
Li gundê Meleqerê yê ser bi navçeya Giyadînê ya Agiriyê ve piştî ku ji bo 3 kargehên madenê yên Koza Holdîngê raporên ÇEDê hatin dayîn, xebatên kolandinê li ser 470 hektarî dest pê kir. Ev qada ku di bin bandora xetên erdhejê yên çalak û quntarên Çiyayê Tendûrekê de ye, metirsiya tevlibûna siyanûrê ya nav ava Çemê Muradê derxistiye asta herî metirsîdar. Raporên saziyên sivîl ên mîna Komeleya Meşeyê amade kirine destnîşan dikin ku heke ev proje bi dawî nebin, tora avê û nebatên herêmê dê bi tevahî qir bibin, ev yek jî dê bibe sedema koçberiyeke mezin a xelkê herêmê.
Av û çandiniya Deşta Mûşê di bin metirsiyê de ye
Metirsiya li ser Çemê Muradê ne tenê bi Agiriyê ve sînordar e, rasterast bandorê li ser bajarê Mûşê jî dike. Ji ber ku ava vexwarinê ya Mûşê ji vî çemî tê dabînkirin û li Deşta Mûşê projeyeke avdanê ya li ser 780 hezar hektarî heye, tevlibûna siyanûrê an jî jehrê ya ava herêmê, dê rasterast hilberîna çandiniyê û tenduristiya bi sed hezaran mirovan têk bibe. Nimûneyên li cîhanê nîşan dide ku derxistina zêr a bi kîmyewiyan, çavkaniyên avê bi temamî tune dike.
Koçberkirina 16 gundan û metirsiya erdhejê
Li gundê Xwarika Gimgimê, xebatên sondajê yên projeya JESê ya Şîrketa IGNIS H2 Enerjiyê hate destpêkirin. Ev proje rasterast bandoreke neyînî li ser 16 gundan dike. Ava kanî û newalên ku di nav gundên Derê Mengelî, Derê Civarka, Derê Çorî û Derê Goşkarbava derbas dibin, rasterast diherikin Çemê Muradê.
Reenjeksiyon metirsiya erdhejê zêde dike
Li gorî nirxandinên endezyarên çandiniyê, ava germ a ku ji binê erdê ji bo JESê tê derxistin, mîneralên borê yên di asteke bilind de dihewîne. Ev bor di nav axê de kom dibe, dibe kevir û nahêle ku nebat avê bikişînin, ev yek jî çandinî û sewalkariyê bi temamî diqedîne. Her wiha pergala ‘reenjeksiyonê’ (berdana ava bermayî ya kîmyewî ji bo binê erdê) li ser xeta erdhejê ya Kanîreş-Gimgimê ku 60 sal in erdhejeke mezin lê çênebûye, metirsiya bandora li ser xeta fayê û rîska erdhejên mezin zêde dike.
Destwerdana li ser demografî û baweriyê
Tê destnîşankirin ku ev rûxandina ekolojîk di heman demê de polîtîkayeke taybet a li dijî nasname, ol û çanda gelê herêmê ye. Ziyaretgeh û navendên pîroz ên baweriya Elewîtiyê yên gundên weke; Korîbava, Nîşaneroj, Kalesipî, Şehîdê Merge, Tekaye Kekebava, Ninga Dûndûle û Şehîdê Hopike di nav sînorên vê projeyê de ne. Ji ber vê yekê, xebatên HES û JESan ên li ser heman çavkaniyên avê, weke hewldaneke sîstematîk a ji bo bêmirovhiştin û guhertina demografiya herêmê tên pênasekirin.
Banga li rabûna li dijî projeyan hate kirin
Ruhsetên ku ji bo van şîrketan bi referansên siyasî û bêyî raporên zanistî hatine dayîn, hevgirtineke siyasî ya polîtîkayên dij-xweza û dij-civak nîşan didin. Di vê çarçoveyê de, li dijî sondaja yekemîn a ku tê plankirin di meha Gulanê de li Gimgimê bê lêdan, ji bo parastina xweza, av û nirxên olî-çandî bang li tevahiya saziyên sivîl û gel hat kirin ku li ber xwe bidin û destûrê nedin destpêkirina vê rûxandinê.

















