Di çarçoveya “1emîn Hevdîtinên Peyasê” de ku li 26 tax û gundên navendê bi beşdariya berfireh têne organîzekirin, vê carê gundiyên Karayakûbê mazûvaniya hevdîtinê kir.
1emîn Hevdîtinên Peyasê ku ji hêla Şaredariya Peyasê ya Amedê ve hatiye destpêkirin bi hemû hêza xwe didome. Hevdîtin li 26 tax û gundên navendê bi beşdariya berfireh têne organîzekirin, vê carê gundiyên Karayakûbê mazûvaniya hevdîtinê kir.
Di hevdîtinê de Alîkarên Hevşaredarên Peyasê û endamên Meclisa Bajêr jî amade bûn. Ji bo zarokan boyaxkirina rû, çalakiyên spor û lîstikan, ji bo jinan atolyeyên taybet, kontrolên tenduristiyê yên giştî û ji bo astengdar û kal û pîran jî xizmetên lênihêrîna kesane hatin pêşkêşkirin. Bi vî awayî xizmet gihîştin hemû temen û şêniyên li gund.
Armanca sereke ya van hevdîtinan ew e ku li cihê bûyerê bi xelkê re rû bi rû bibin, daxwaz û pêşniyarên wan guhdar bikin, hevgirtinê xurt bikin, jiyana hevpar pêş bixin û çanda çareserkirina pirsgirêkan bi hev re mezin bikin.
1emîn Hevdîtinên Peyasê wê di serdema havînê de li tax û gundên din ên Peyasê berdewam bikin.






















