TEV ÇAND Ewropa têkildarî êrişên reşkirinê yên li dijî hunermendê Kurd Diyar Dêrsîm daxuyaniyek nivîskî weşandin û hewldana provokatîfî şermezar kir.
TEV ÇAND Ewropa têkildarî êrişên ku li dijî hunermendê Kurd Diyar Dêrsîm û reşkirina tekoşîna azadiya Kurd ên ku di pêvajoyeke wiha de tên kirin de daxuyaniyeke nivîskî dan. Daxuyaniya TEV ÇAND Ewropayê wiha ye:
“Ev du roj in ku kampanyeke organîzekirî li dijî hunermendê me Diyar Dêrsîm dimeşe. Di şexsê Diyar Dêrsîm de têkoşîna Azadiya Kurd jî hedef tê nîşandin. Divê bê zanîn, ev ne cara yekê ye ku provakasyonên bi vî awayî organîzekirî pêk tên. Berî wê bi rojek xwestin heman provakasyonê di konsera hunermendê me Kawa de jî bikin. Îro hevalê me Diyar Dêrsîmî, aşkere kir bê çawa û kê ew lîstik kirine? Di demeke wiha de ku di heman rojê de Kongreya Neteweya Kurdistanê (KNK) li hev civiya û banga yekbûna neteweyî kir. Provokasyonên wiha tenê di xizmeta wan kesan de ne ku naxwazin yekbûnek neteweyî hebe.
‘Hin televîzyonên Başûr yekalî tevlî kampanyay reşkirinê bûn’
Provakasyonê sînorê medya dijîtal derbas kir û hinek kanalên televizyoyên başûrê Kurdistanê bi awayekî yekalî û bêyî rastî nîşan didin û tevlî kampanyaya reşkirinê bûn. Bi qasî ku cihê xemgîniyê ye ew qas jî cihê gumanan e. Di demeke wiha de ku pêwîstiya me bi yekbûnê heye, divê bê zanîn ku huner jî hunermendîtiya Kurd jî xizmeta vê yekê dike û wê kesayet û hewldanên hesabên erzan vala derbixe. Carek din em bi tundî wan helwestan û eniyên provokasyonê û niyeta wan a xirab şermezar dikin.”













