Stenbol – Welatiyê bi navê Mûhsîn Demîr tevî ku nikare biaxive û bibîhîse bi salan e di nava têkoşînê de ye. Rêveberê DEM Partiyê ya navçeya Esenyûrtê Huseyîn Atbaş qala têkoşîna Mûhsîn Demîr kir û got: “Ez 8 sal in hevalê Mûhsîn Demîr nas dikim. Heval Muhsîn her tim tê li vir. Bêyî ku yek bang li wî bike, ew komê dişopîne û tevlî çalakiyan dibe. Girêdan û cîdiyeta wî ji ya herkesî pêştir e.”
Mûhsîn Demîr ê 62 salî ji eslê xwe ve ji navçeya Qereyaziya Erziromê ye û bavê 8 zarokan e. Muhsîn Demîr di zarokatiya xwe de bi karûbarên malbatê re jî aleqadar dibe, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi televizyona MED TVyê nas dike Rojekê bêhemdî xwe dikevê avê, ji serma nexweşiya menenjîtê dikeve. Piştî nexweşiyê êdî nekarî bibihîse û biaxive. Muhsîn Demîr jî bi malbata xwe re di sala 2012an de koçî Stenbolê dike û li navçeya Esenyûrtê dijî. Li Stenbolê jî Muhsîn Demîr ji tevgera azadiyê dûr nemaye, ji dema li Esenyurtê cih bûye heya îro ji çûna partiyê û tevlîbûna xebatan paş de namîne.
‘Geşedanan dişopîne û çalak e’
Muhsîn Demîr her roj diçe avahiya DEM Partiyê ya navçeya Esenyûrtê û li vir çi ji destê wî were dike. Muhsîn Demîr li partiyê geşedanan dişopîne, bi usluba xwe ve tevlî nîqaşan dibe. Her wiha Muhsîn Demîr tevlî çalakî û daxuyaniyan jî dibe, li Esenyûrtê tê naskirin û heskirin. Kesên têkoşîn û helwesta Mûhsîn Demîr dibînin ji re rêzdar nêz dibin.
Rêveberê DEM Partiyê ya navçeya Esenyurtê Huseyîn Atbaş têkildarî serpêhatiya Mûhsîn Demîr ji ajansa me re axivî.

‘Her roj di danê sibehê tê li vir’
Huseyîn Atbaş diyar kir ku ew 14 sal in li Esenyûrtê dijî û di rêveberiya DEM Partiyê ya navçeya Esenyûrtê de cih digirê û wiha behsa Mûhsîn Demîr kir: “Ez ev 8 sal in hevalê Mûhsîn Demîr nas dikim. Hevalê Muhsîn her roj di danê sibehê tê li vir. Ji malbatek welatparêz e. Dema ku min heval Muhsîn dît gelek bala min kişand. Ji ber ku Heval Muhsîn her roj tê li vir û hevalan temaşe dike.”
‘Girêdan û cîdiyeta wî ji ya herkesî pêştir e’
Huseyîn Atbaş da zanîn ku hevalê wan Muhsîn bi salan e ji herkesî re dibe mînak û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bihîstin û axaftina wî tune ye lê belê heval Muhsîn li ser hîskirina xwe tevdigire. Her roj me dişopîne, heke çalakiyek hebê ew jî li gel me tê. Tu kes bang li wî neke jî ew komê dişopîne û tevlî çalakiyan dibe. Hin heval dibêjin, ’em neçin jî hevalê Muhsîn diçe tevahî çalakiyan.’ Girêdan û cîdiyeta wî ji ya herkesî pêştir e. Her roj xwe pêş dixe. Televîzyonê temaşe dike, rojnameyê dinerê. Heke di nav hevalan de hêrsbûn hebê ew dikeve navberê û hevalan li hev tîne. Hin heval piştî çayê vedixwin qedehê xwe naşûn lê hevalê Muhsîn her tim qedeha xwe dişo.”












