Hevşaredarê Erxeniyê Şiyar Guldîken behsa Navenda Têkoşîna bi Bengîtiyê re û Jiyana Tenduristiyê kir û destnîşan kir ku ew di têkoşîna li dijî tiryakê de bi biryar in.
Şaredariya Erxeniyê di Civîna Meha Gulanê ya Meclisa Şaredariyê de Projeya Navenda Têkoşîna bi Bengîtiyê re û Jiyana Tendurist qebûl kiribû. Hevşaredarê Erxeniyê Şiyar Guldîken behsa projeyê kir û diyar kir ku bengîtî yek ji pirsgirêka herî girîng a civakê ye û destnîşan kir ku dê têkoşîna li dijî tiryakê mezin bikin.
Şiyar Guldîken destnîşan kir ku bengîtî, bi taybetî di nav ciwanan de belav bûye, da zanîn ku avakirina navendeke wisa ya li navçeyê pêdivîyek girîng e û got: “Em ji bo ciwanên xwe ji bandora bengîtiyê biparêzin gavên berbiçav diavêjin. Em ê di demek nêzîk de Navenda Têkoşîna bi Bengîtiyê re û Jiyana Tendurist pêşkeşî xizmeta gelê xwe bikin.
‘Biryara yekdengî biqîmet e’
Hevşaredar Şiyar Guldîken diyar kir ku biryara avakirina navendê bi piştgirîya hemû endamên meclisê hate pejirandin û bi lêv kir ku ev mînakek girîng a lihevkirina civakî ye. Şiyar Guldîken wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em kêfxweş in ku hemû endamên Meclisa me, her çend ku nêrînên wan ên siyasî ne weke hev bin jî li ser vê mijarê helwestek hevpar girtine. Têkoşîna li dijî tiryakê fikarek hevpar a civakê ye.”
‘Piştgirîya civakê pêwîst e’
Di dawiya axaftina xwe de Şiyar Guldîken destnîşan kir ku têkoşîna li dijî tiryakê ne tenê berpirsîyarîya sazîyan e, di heman demê de berpirsyariya hemû beşên civakê ye û bal kişand ser piştgiriya malbatan, saziyên sivîl ên civakî û saziyên cemaweriyê. Şiyar Guldîken di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê em ji bo pêşeroja ciwanên xwe bi hev re tevbigerin. Em di vê têkoşînê de li benda piştgirîya hemû beşên civakê ne.”













