Dayika Aştiyê Saadet Akmanê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisebînê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
Dayika Aştiyê Saadet Akmanê ya bi salan e ji bo aştiyê têdikoşe li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisebînê dihat dermankirin. Saadet Akman duh li nexweşxaneya li dihat dermankirin koça dawî kir.
Cenazeyê Saadet Akmanê piştî rê û resmên olî li Goristana Hacilar a Nisebînê hat veşartin.
Malbatê şînê li Mala Şînê ya Kişlayê danî.













