Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û nûnerê taybet ê Amerîkayê yê Iraqê û Sûriyeyê Tom Barrack li Enqereyê hevdîtin pêk anîn.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi nûnerê taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê û Iraqê Tom Barrack re li Enqereyê civiya. Hakan Fîdan li ser hesabê xwe yê Xê hevdîtin ragihand û diyar kir ku ew beriya civîna Lûtkeya NATOyê civiyan e û xurtkirina hevkariya Tirkiyeyê û Amerîkayê bi xwe re encamên erênî tîne.
Di 7 û 8ê Tîrmehê de dê li Enqereyê civîna Lûtkeya NATOyê bê lidarxistin.













