Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tê Tirkiyeyê û dê bi Serokkomar Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re bicive.
Li gorî agahiyên di medya Başûr de belav bûne, wê îro serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî were Tirkiyeyê. Tê gotin ku wê Mesrûr Barzanî ewil bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, piştre bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û piştî wê jî bi Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê re bicive.
Derbarê sedema serdana Mesrûr Barzanî de agahî nehatin belavkirin.













