Êlih – Li hin navçe û bajarên bakurê Kurdistanê werza çinîna nîsk, ceh û genim dest pê kir. Li gundê Tilhesenê yê navçeya Kercewsê ya Êlihê jî cotkaran dest bi çinîna nîskan kir. Şêniyê gund Nasir Aslan ê ku bi salan e bi karê çandiniyê re mijûl e got ku buhayê nîsk, genim û ceh cotkaran kêfxweş nake.
Li gundê Tilhesenê yê navçeya Kercewsê ya Êlihê şêniyên gund bi hatina havînê re dest bi çinîna zadê xwe kirin. Li Êlihê her sal cotkar çinîna nîsk, genim, ceh, şolik û bi çinîna nokan re mijûl in û îsal bi heman awayî dîsa dest bi çinîna zad dikin. Lê îsal ji ber barîna barana zêde bereketa nîskan li gorî salên derbas bûyî kêm in. Salên derbasbûyî ji ber ku barana zêde li nîskan nedikir berhem û bereketa nîskan zêde bû û cotkar bi vê yekê kêfxweş dibûn. Her wiha cotkaran beriya 20-30 salan nîsk, genim, ceh û gelek berhemên zad bi das, tirpan û bi destan diçinîn. Di salên dawî de ji ber ku teknolojî li pêş ket êdî bi bîçerê diçînin. Bi pêşketina teknolojiyê re êdî karê cotkaran jî weke salên derbasbûyî zehmetiya xwe nemaye. Û zadên ku hiltînin jî weke yên berê hilnaweşe. Li gorî Ofîsa Mehsûlan a Tirkiyeyê (TMO) buhayê kirîna genim, ceh û nîskan a sala 2026an diyar kiriye, ya genim 16,500 lîre ye, ya ceh 12,750-13 hezar lire ye û ya nîskan jî nêzîkî 60 hezar lîre ye. Piştî buhayê zad tê diyarkirin çavên hemû cotkaran li buhayê zêde ye, da ku keda salewext dikin dixwazin tiştek baş ji wê kedê û ji erdên xwe bistînin.
Şêniyê gundê Tilhesenê yê navçeya Kercewsê ya Êlihê Nasir Aslan anî ziman ku dayîna nîskan a îsal ji ber barîna barana zêde li gorî salên derbasbûyî gelek kêm in û diyar kir ku piraniya wan ji ber ava zêde ji koka xwe ve xerabûne.
Nasir Aslan bi bîr xist ku karê çandiniyê ji demên berê heta roja me ya îro di nava civaka Kurd de li ser piya maye û got ku wan jî salên berê çandiyê bi dasan, tirpanan û bi destan palehî kirine û wiha axivî: “Piştî ku teknolojî li pêş ket gelek tişt hatin guhertin. Beriya çend salan zad bi kêrika li pey traktorê dihatin çinîn. Û me bi melêvê diavêt aliyekî, da ku traktor pêlî neke. Ev kar jî di bin germahiya 45 dereceyan a havînê de tê kirin. Piştî ku çinîna nîskan diqede patozên gerok li nava erd digerin û wan koman dikin ka û nîsk. Ji ber germ zû dest pê dike. Pale jî serê sibehê bi ezana meleyê re radibin û tên ser erd. Nîsk zû dibêhêrin, divê zû bên çinîn. Niha jî êdî nîsk hemû bihêrîne. Berê dema ku kesek dest bi çinîna zad bikirina hemû gundiyan gazî hev dikirin. Piştî palehiya nîskan a ceh dihat e kirin û piştî wî jî ya genim bû. Çinîna van hemû jî berê bi dasê bû. Piştî çinînê melûkvan hebûn tiştên ku dihatin çinîn hemû didan hev û dikirin komik. Piştre palehiyan ew hemû bi şixreyê didan hev û dibirin ser bênderan. Êdî ew hemû di bin lingên sewalan de dihat gere kirin. Dûre hemû bi melêva di nava hev de dihêran û li ba dikirin, ew zad û kayê ji hev dida qetandin. Piştî van karan patoz derketin. Ew jî bi qesnax bû û li hev dizîvirandin, zad û sapê wî ji hev dida qetandin. Ka diçû pêşiya patozê û zad jî di binî de bû me dixist teştan, tenekeyan û ji wir jî me dibir valayî romoqa traktorê dikir.”
‘Kar û zirara me hev dernaxe’

Nasir Aslan anî ziman ku êdî karê cotkariyê weke salên berê nîn e, bîçer ên bi patoz derketine û bi lêv kir ku erdên rast û mexer bin ew bi bîçerê xweş tên çînin û wiha domand: “Bi wî awayî karê cotkariyê jî bi hêsanî tê kirin. Niha jî karê ku em dikin, em keda wî karî nastînin. Ew jî ji ber ku mazot biha bûye. Êdî li Tirkiyeyê aborî nemaye, hikûmeta niha derbarê çandiniyê û cotkariyê de tu polîtîkayên wê nemane. Mixabin bi vê yekê re bandorê li jiyana gundiyan û bajarvaniyê jî dike. Niha li dewletên biyanî şer têne kirin li Tirkiyeyê mazot biha dibe. Dewletên ku şer lê tên kirin mazot erzan e, mînak weke Ûkraynayê şer li wir didome em ceh û genim ji wir distînin. Em gelek caran diçin ofîsê ji bo pez ceh dikirin, hemû yê Ûkraynayê ye. Mixabin em dibêjin erdên me hene, lê em nikarin erdên xwe biçînin. Niha jî mesrefên traktor, karkeran, yê mazotê û xebata patozê gelek e. Ev hemû mesref in, dema em hesabên xwe dikin kar û zirara me hev dernaxe. Dema ku cotkarî û çandinî tune be, dê hikûmet jî bikeve erdê. Em dixwazin di aliyê çandiniyê û aboriyê de pergalek baş bê avakirin. Da ku gundî jî dikaribin bêhnekî bistînin.”
‘Piraniya nîskan ji barana zêde xerabûne’
Nasir Aslan da zanîn ku li herêma Kercewsê, Mîdyadê û li hin aliyên Êlihê bi niskên xwe yên sor tên nasîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev li Kurdistanê û Tirkiyeyê di rêza yekemîn de ye. Divê me di 15ê Gulanê de nîskan biçiniyana. Piraniya nîskan ji barana zêde xerabûne. Lê ceh û genim zêde xesar nedîtine, vê barana zêde bêhtir simbilên wan tijî kir. Niha hê jî tam dest bi çinîna ceh û genim nekirine ew jî heta deh rojên din dê bêne çinînê. Ji ber ku îsal barîna baranê zêde bû nîsk xesar dîtin. Piraniya wan ji ber ava zêde ji koka xwe ve xerabûne. Dema ku xerab dibin dayîna wan jî kêm dibe. Diyarkirina buhayê wan jî TMO bixwe dike. Buhayê tona nîskan dibêjin 60 hezar lîre, yên genim 16 hezar lîre ye, yê ceh jî ji 12,750-13an e. Lê ev cotkaran kêfxweş nake. Em nîskên xwe nadin odeya zîraatê em didin elafan. Li herêmê elaf hene bi qamyonan tên dikirin û dibin. Ew jî li gora paqijiya nîskan e, dema gihayên biyanî di nav de hebin buhayê wan jî kêm e. Dema tune be buhayê wan zêde dibe.”












