Rêveberiya Karên Çandiniyê li tax û gundên ser bi Erçekê ve 80 hezar şitlên zerzewetan li hilberîneran belav kir.
Bi xebateke hevpar a Rêveberiya Karên Çandiniyê û Rêveberiya Keyayan a Şaredariya Rêya Armûşê li tax û gundên Erçekê şitlên zerzewetan hatin belavkirin. Di çarçoveya vê xebatê de ku bi armanca piştgirîkirina çandiniya herêmî, xurtkirina hilberînê û aboriya malbatan hat meşandin, bi giştî 80 hezar şitil radestî cotkaran hatin kirin.
Şitilên bacanên sor, îsot, bacan û xiyaran ku di serayên hilberînê yên Şaredariya Rêya Armûşê de hatibûn gihandin, gihandin destê welatiyan.
Piştgiriya ji bo cotkaran dê berdewam bike
Bi vê xebatê re tê armanc kirin ku hem piştgiriya cotkarên piçûk ên ku hilberînê dikin were kirin, hem jî ew malbatên ku dixwazin di baxçeyên xwe de hilberînê bikin werin teşwîkkirin. Ji aliyê Rêveberiya Karên Çandiniyê ve hat diyarkirin ku di serayên aydî şaredariyê de hilberîna şitilan berdewam dike û hat destnîşankirin ku di pêvajoya pêş de jî belavkirina şitilan ji bo welatiyên ku dixwazin hilberînê bikin dê berdewam bibe.

















