Nûnerê Taybet ê DYAyê yê ji bo Sûriye û Iraqê Tom Barrack, bi armanca kêmkirina bandora Îranê û dîtina rêyên nû yên bazirganiyê serdana Bexda û Hewlêrê dike. Tê payîn ku Barrack li Hewlêrê bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî re jî bicive.
Rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi armanca dîzaynkirina hevsengiyên nû yên li Rojhilata Navîn, dest bi tevgereke nû ya dîplomatîk kir. Hate ragihandin ku Nûnerê Taybet ê Serokê DYAyê yê ji bo Sûriye û Iraqê Tom Barrack, ji bo kêmkirina bandora Tehranê û dîtina rêyên nû yên bazirganiyê amadekariya serdaneke krîtîk a ji bo Bexda û Hewlêrê dike.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Barrack beriya vê serdana xwe ya herêmê, li Enqereyê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re jî civiyabû.
Li Bexdayê daxwaza bêçekkirina milîsan
Tê payîn ku Barrack roja Duşemê li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî re bicive. Li gorî agahiyan, mijara sereke ya hevdîtinê wê milîsên nêzî Îranê bin. Tê payîn ku Barrack daxwaza fesihkirin û bêçekkirina wan milîsên girêdayî Îranê bike û nexşeriya vê pêvajoyê nîqaş bike.
Dê bi rayedarên Başûrê Kurdistanê re bicive
Di çarçoveya vê geştê de, Barrack wê roja Sêşemê derbasî Hewlêrê bibe. Tê plankirin ku dîplomatê Amerîkî bi Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî, Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêmê Mesrûr Barzanî re rêzehevdîtinan pêk bîne.
Çav li rê ye bi Mazlûm Ebdî re bê cev hev
Ji bilî rayedarên PDKê, tê payîn ku Barrack li Hewlêrê, bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re jî bicive da ku li ser hevsengiyên nû yên ewlehiyê û mijarên entegrasyonê danûstandinan bike.













