Amed-Bavê girtiyê nexweş Tûrgût Çelîk, Huseyîn Çelîk da zanîn ku kurê wî ji ber lêgerînên li dijî rûmeta mirovahiyê qebûl nake sewqî nexweşxaneyê nayê kirin û bang li Wezareta Dadê û Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan kir ku van astengiyan çareser bikin.
Turgut Çelik (31) ê ku di sala 2019an de li Amedê hatibû girtin û bi îdiayên ‘Xerakirina yekîtî û yekparebûna dewletê’, ‘Hewldana kuştina bi qestî û plankirî’, ‘Bikaranîna madeyên xeternak a bêdestûr’, ‘Muxalefeta li dijî qanûna hejmara 6136’ û ‘Bikaranîna nasname yan agahiyên nasnameyê yên kesekî din’ cezayê muebbeta giran û 45 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, li Girtîgeha Tîpa S ya Kavakê ya Samsûnê tê ragirtin.
Tûrgût Çelîk ku di Kanûna 2023yan de ji Girtîgeha Amedê sirgunê Girtîgeha Tîpa S ya Îdirê bû, li vir di hucreya yekkesî û odeya bisunger de dihate ragirtin lê piştî sal û nîvan sirgunî Girtîgeha Tîpa S a Kavakê hate kirin û niha jî li wir di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Bavê Tûrgût Çelîk, Huseyîn Çelîk derbarê rewşa kurê xwe û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê de ji ajansa me re vegot.
Ji 1ê Adarê ve tenduristiya wî ne baş e

Huseyîn Çelîk diyar kir ku ji ber sirgûnê û dûrbûna rêyan zêde nikarin biçin hevdîtinê lê herî dawî piştî cejnê birayên wî çûne pê re hevdîtin kirine û rewşa wî ya fîzîkî pir xirab dîtine û wiha got: “Zarokên min gotin ku Tûrgût pir zeîf bûye û 10 kîlo winda kiriye. Ji bo laşê wî 10 kîlo windahiyeke pir mezin û girîng e. Em wekî malbat ketine nav fikarên pir mezin. Tûrgût bi xwe jî ji parêzeran re gotiye ‘Ji 1ê Adarê ve tenduristiya min ne di cih de ye, ez roj bi roj xirabtir dibim.'”
‘Ev tişt rûmeta mirov dişkîne, ez qebûl nakim’
Bav Huseyîn Çelîk da zanîn ku li girtîgehê nexweşxane nîn e û tenê revîr heye û anî ziman ku ji bo girtî ferzkirina pêkanînên li dijî mirovahiyê qebûl nakin sewqî nexweşxaneyê nayê kirin.
Huseyîn Çelîk bertek nîşanî polîtîkayên girtîgehê da û axaftina xwe wiha domand: “Dema dixwazin wî bibin nexweşxaneyê, lêgerîna tazî û ya nava dev li wan ferz dikin. Kurê min dibêje ‘Ev tişt rûmeta mirov bin pê dike, ez qebûl nakim.’ Ji ber ku parastina rûmeta xwe dike, mafê wî yê tenduristiyê tê binpêkirin. Ew ji bo rûmeta xwe vê yekê qebûl nake.”
‘Divê em hemû bi hev re deng bidin vê zilmê’

Huseyîn Çelîk destnîşan kir ku wekî malbat wan serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daye û dê serî li Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî bidin.
Her wiha Huseyîn Çelîk da zanîn ku ew bi parlamenteran re jî axivîne û parlamenter dê mijarê bibin rojeva meclîsê û Wezareta Dadê jî û bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: “Di serî de bangawaziya min li hemû civaka xwedî wijdan û nasname ye. Banga min li Wezareta Dadê û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan e; bila van astengiyan ji ser zarokên me rakin. Ev pirsgirêkek pir girîng in û divê em hemû bi hev re deng bidin vê zilmê.”












