Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê xwest ku şêniyên başûrê Lubnanê demildest malên xwe biterikînin. Piştî bangawaziyê bi hezaran kes ber bi bajarên Seyda û Beyrûdê ve ketin ser rêyan.
Piştî Îsraîlê eşkere kir ku ew ê êrişên xwe yên li ser herêmê berfireh bike, li başûrê Libnanê tevgereke mezin a koçberiyê dest pê kir. Artêşa Îsraîlê beriya ku pêla koçberiyê dest pê bike, daxuyaniyek belav kir. Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avîxay Adraee, bi daxuyaniyeke nû ji niştecihên 29 gund û bajarokên li başûrê Libnanê xwest ku cihwarên xwe vala bikin.
‘Herêmê demildest vala bikin’
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji bo ewlehiya jiyana xwe, demildest mal û gundên xwe biterikînin û ber bi bakur ve biçin. Em ê li dijî binesazî û cihên Hizbullahê êrişên giran pêk bînin. Heya ku ji we re neyê ragihandin, ber bi başûr ve venegerin.”
Berê xwe dan Seyda û Beyrûtê
Piştî bangê şêniyên bajarok û gundên ku di bin metirsiya êrişan de ne, bi lez û bez dest bi terikandina malên xwe kirin. Di dîmenên ku ji herêmê hatin parvekirin de, tê dîtin ku gel bi wesayîtên xwe ber bi bakur ve diçe. Hate ragihandin ku karwanên wesayîtan bi taybetî berê xwe dane bajarê peravê Seyda (Sidon) û paytext Beyrûdê.
Ji ber koçberiyê rê xitimîn
Ji ber pêla koçberiya ji nişka ve, li ser rêyên sereke yên ber bi bakur ve qerebalixiyeke mezin a trafîkê û asêbûn çêbûye. Welatiyên ku tenê karîbûn pêdiviyên xwe yên sereke bi xwe re bibin, di nava tirs û metirsiyeke mezin de hewl didin xwe bigihînin herêmên bi ewletir.













