Îsraîlê piştî hişyariyan dest bi êrişan kir. Bi hinceta noqteyên Hizbullahê li başûrê Beyrûdê gelek dever hatin bombebaran kirin. Hate ragihandin ku di encama êrişan de gelek mirî û birîndar hene.
Artêşa Parastina Îsraîlê (IDF) li banliyoyên başûrê paytexta Libnanê Beyrûdê êriş pêk anîn. Îsraîlê ev du roj bû hişyarî didan ku gel ji noqteyên nêzîk ‘baregehên’ Hizbullahê terk bike. Piştî hişyariyan li başûrê Libnanê û taxek Beyrûdê êrişên giran pêk hatin.
Gelek avahî hilweşiyan
Dîmenên ku piştî êrişa li herêma Dahiyeyê ya Beyrûdê hatin kişandin, piştrast dikin ku di encama vê êrişê de tesîseke binesaziyê ya girêdayî Hizbullahê hedef hatiye girtin. Lê derbarê deverên din ên hatine bombebaran kirin de agahiyên zelal nehatin bi destxistin.
Hizbullah êrişî bakurê Îsraîlê kiri bû
Di seatên sibê de Hizbullahê bi boneya axa Libnanê dagir kiriye, bi dronan êrişî hêzên Îsraîlê kiribû. Hizbullahê dimênên êrişan weşandibûn û xwestibû ku Îsraîl ji axa Libnanê vekişe.













