Ahmet Faruk Unsal tevî komkujiyan jî komar ji hêla civakê ve nehatiye qebûl kirin û divê komar di aliyê demokratîk de bê veguhartin. Unsal anî ziman ku divê di serî de şert û mercên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku muzakerevanê sereke yê pêvajoyê ye bên guhertin da ku azad bibe. Ahmet Turk diyar kir ku Tevgera Kurd her tim di siyaseta demokratîk de israr kiriye û nabin aliyê pêvajoyê xirab bikin.
Konferansa ‘Di Sedsala Duyemîn de Veguherîna Demokratîk a Komarê’ de ku li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya navçeya Bakirkoya Stenbolê pêk tê, bi rûniştina pêncemîn a bi sernavê ‘Civakîbûna Demokrasiyê û Aştiyê’ berdewam dike. Moderatoriya rûniştinê Şebnem Korur Fîncanci kir.

Di rûniştinê de destpêkê siyasetmedar Ahmet Faruk Unsal li ser mijara di Avakirina Aştiya Civakî de Tecrubeyên 2013-2015 û 2024an axivî. Unsal diyar kir ku li dijî avahiya komarê îtîrazên mezin hene û got: “Li dijî van îtîrazan komkujiyên mezin pêk hatin. Lê tevî komkujiyan jî komar ji aliyê civakê ve nehatiye qebûlkirin. Lewma hewcedarî bi veguherîneke demokratîk heye. Ev yek ji geşedanên herêmê ne cuda ye. Divê di serî de şert û mercên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku muzakerevanê sereke yê pêvajoyê ye bên guhertin û bê berdan. Her wiha divê girtiyên siyasî werin berdan û biryarên wekî şewitandina înfazan bi dawî bibin da ku demokratîkbûyîn pêk were.”
‘Pirsgirêka Kurd ez im’

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk jî di rûniştina bi navê ‘Siyaseta Demokratîk û Hêza Civakê: Ji Xwecihiyê ber bi Komara Demokratîk ve’ de axivî û bal kişand ser serpêhatiyên siyaseta Tirkiyeyê û mîrateya partiyên Kurd. Turk ev tişt gotin: “Ji HEPê heta DEM Partiyê me siyaseta demokratîk parast. Tevî kuştinên kiryar nediyar, zext û tundiyê jî me dest ji siyaseta demokratîk berneda. Me got çareserî bi siyaseta demokratîk pêkan e û em di vê de israr dikin. Ji bo aştiyeke bi rûmet Tevgera Kurd û siyaseta Kurd gotinên xwe kirine.”
Turk bal kişand ser hevdîtinên dîrokî yên pêvajoyên borî û qala hevdîtina xwe ya bi Turgut Ozal re kir. Turk ev agahî dan: “Di salên 1990î de me daxuyaniyek da û me got em ê biçin Şamê bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Beriya wê jî me bi birêz Turgut Ozal re hevdîtin kiribû. Ozal ji me re got; ‘Jê re bibêjin bi şerê çekdarî çareserî pêk nayê. Biçe jê re bibêje bila werin Tirkiyeyê û heta 5 salan sûc nekin dê neyên darizandin.’ Ji wan rojan em hatin roja îro. Em ê ji bo ku ev pêvajo bigihêje encamekê bi sebir tevbigerin. Vê pêvajoyê Kurd xera nakin. Lê baweriya bi pêvajoyê her ku diçe kêm dibe. Ji bo encamgirtinê, pêwîstiya me bi şoreşger û demokratên Tirkiyeyê heye. Em bi hev re dikarin bi ser bikevin.”
Turk her wiha bal kişand ser tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyan û wiha bertek nîşan da: “Tevî ku ji aliyê Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ve tu astengiyeke min tune bû jî, 3 caran qeyûm tayîn kirin. Dibêjin ‘Pirsgirêka Kurd çi ye?’. Ez endamê malbateke xwedî erd im. Lê zimanê min tune tê hesibandin, nasname û gelê min tune tên dîtin. Ez dibêjim; Pirsgirêka Kurd ez im. Werin em vê pirsgirêkê di çarçoveya demokrasiyê de çareser bikin.”
‘Aştî û demokrasî hevdu xurt dikin’
Lêkolîner û siyasetmedar Yuksel Genç jî li ser mijara ‘Bingeha Civakî ya Aştiyê’ axivî û destnîşan kir ku PKK pêvajoyê wekî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi nav dike, lê dewlet wekî “Tirkiyeyeke bêteror” pênase dike. Genç ev nirxandin kirin: “Ji ber ku gav nayên avêtin baweriya civakê qels dibe. Lê em tevî astengiyan jî dikarin aştiyê bi xwe ava bikin û xwe rêxistin bikin. Di vir de roleke mezin dikeve ser milê jin, ciwan û saziyên demokratîk.”
‘Divê komar bibe komara herkesî’

Di berdewamiya rûniştinê de Cemal Salman bal kişand ser cudakariya li dijî Elewiyan a di dîroka komarê de û xwest komar bibe komara hemû gelan. Akademîsyen Vahap Coşkun jî li ser pênaseya aştî û demokrasiyê axivî û got: “Demokrasî bêyî aştiyeke mayînde nepêkan e. Aştî û demokrasî hevdu xurt dikin.”













