Înîsiyatîfa sivîl a ku ji 29 rewşenbîr, siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan pêk tê, di 13-14ê Hezîranê de li Stenbolê “Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê ya di Sedsala Duyemîn” li dar dixe. Rojnameya Yenî Yaşamê nêrînên vexwînerên konferansê bi manşeta ‘Bila Bibe Sedsala Komara Demokratîk’ weşand.
Li Tirkiyeyê di pêvajoyeke ku zextên li ser siyasetê û darbeyên li dijî demokrasiyê zêde dibin de, hewldanên hêzên demokratîk ên ji bo avakirina pêşerojeke hevpar jî didomin. Xebata ku di 21ê Gulanê de ji aliyê înîsiyatîfeke sivîl a ji 29 rewşenbîran pêk tê bi dirûşma ‘Demokrasî ji bo me hemûyan e’ hatibû destpêkirin, di 13-14ê Hezîranê de li Stenbolê vediguhere Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê ya di Sedsala Duyemîn de.
Pirsgirêkên demokrasiyê dê bên nîqaşkirin
Di konferansê de dê ji çareseriya pirsgirêka Kurd heta aştiya civakî, ji demokratîkbûnê heta pirsgirêkên nasname û baweriyan gelek mijar bên nîqaşkirin. Di dawiyê de jî wê nexşerêyeke bi navê ‘Banga Demokratîk a ji bo Sedsala Nû’ bê eşkerekirin. Rojnameya Yenî Yaşamê, nêrînên kesayetên ku banga beşdariya vê konferansê dikin, kom kir û bi manşeta ‘Bila Bibe Sedsala Komara Demokratîk’ avêt. Vexwîner, bi yek dengî diyar dikin ku sedsala derbasbûyî ya komarê bi înkar û asîmîlasyonê derbas bûye, lewma pêdivî bi veguherîneke radîkal heye.
Turk û Kişanak: Bêyî demokratîkbûnê pirsgirêk çareser nabin
Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar û ev peyam da: “Em li vî welatî ji bo pêşerojeke demokratîk û komareke demokratîk hewl didin. Ked û helwesta her beşê civakê ji bo vê yekê gelekî bi qîmet e. Ev yek, pêşketineke wisa ye ku Kurdan ji polîtîkaya tecrîdkirinê xilas dike. Ez bawer im ku em ê mil bidin milê hev û bigihêjin aştiyê.”
‘Heta Tirkiye demokratîk nebe qeyran naqede’
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak jî destnîşan kir ku heta welat demokratîk nebe qeyran bi dawî nabin û got: “Wekî mirovên ku difikirin heta gavên demokratîkbûnê neyên avêtin pirsgirêkên binesazî û rojane yên vî welatî çareser nabin, em li vir in. Em bang li beşên cuda dikin ku li ser xeta demokratîkbûnê rêyeke hevpar vekin.”
Turmen û Fîncanci: Divê em vîneke avaker derxînin holê
Hiqûqnas û siyasetmedar Riza Turmen diyar kir ku konferans li bersiva pirsa ‘Komareke nû, wekhev û azadîxwaz çawa tê avakirin?’ digere û wiha axivî: “Girîngiyeke din a vê konferansê ew e ku ji bo avakirina komareke demokratîk, vîneke damezirîner derdixe holê.”
‘Veguherîna komara demokratîk tê wateya jiyana wekhev’
Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci jî bal kişand ser heman mijarê û ev nirxandin kir: “Qîmeta vê konferansê ew e ku ji rexnekirinê wêdetir, vîneke avaker nîşan dide. Êdî em nikarin tenê bi gotina ‘na’yê bisekinin, divê em pirsa ‘li şûna wê çi?’ jî bipirsin. Veguherîna demokratîk a komarê; tê wateya avakirina pergalekê ku hemû nasname û bawerî li ser bingeha welatîbûna wekhev dikarin tê de bijîn.”
‘Pirsgirêka herî giran pirsgirêka Kurd e’
Nivîskar Fatma Bostan Unsal destnîşan kir ku pirsgirêka herî giran a vî welatî pirsgirêka Kurd e û wiha domand: “Ji ber ku ev pirsgirêk nehate çareserkirin, hezaran mirovên me jiyana xwe ji dest dan û aborî wêran bû. Em cînayetên faîlê wan nediyar û şewitandina gundan bi êş bi bîr tînin. Berpirsiyariya afirandina zemîna çareseriyê li ser milê me hemûyan e.”
‘Komar li ser bingehek demokratîk nehatiye avakirin’
Di daxuyaniyên akademîsyen, nivîskar û siyasetmedarên din ên wekî Mehmet Bekaroglu, Akin Birdal, Dogu Ergil, Vahap Coşkun, Şukru Aslan, Ayşegul Devecioglu, Mesut Yegen û Erdogan Aydin de jî hate destnîşankirin ku komar li ser kodên demokratîk nehatiye avakirin. Rewşenbîran xwestin ku polîtîkayên asîmîlasyon, înkar û cudakariyê bi dawî bibin û komar li ser bingeha jiyana hevpar a Kurd, Tirk, Elewî û hemû baweriyan, li ser esasê wekheviyê ji nû ve bê avakirin.













