Wezareta Karên Navxwe dema qeyimê Mêrdînê ku di 4ê Mijdarê de tayînî ser Şaredariya Bajarê Mezin kiribû, 2 mehên din jî hate dirêjkirin.
Wezareta Karên Navxwe ya Tirk di 4ê Mijdarê de qeyim tayînî Şeredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kiribûn û hevşeredar Ahmet Turk ji peywîrê hatibû dûrxistin. Ev demek dirêje ku dema qeyim dihat dirêjkirin. Wezareta Karên Navxwe careke din biryara dirêjkirina dema qeyim da. Dê ev dem di 4ê Tirmehê de bi dawî bibe.













