Çalakiya bi navê “Karwanê Dayikan” a ji bo piştevaniya bi têkoşîna jinan a Rojava re, ji bajarê Hamburgê yê Almanyayê dest pê kir. Karwan wê bi du koman ber bi paytext Berlînê ve bimeşe.
Çalakî û piştevaniya navneteweyî ya ji bo Şoreşa Rojava û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi pêşengiya jin û dayikan didome. Li Almanyayê bi armanca bilindkirina hevgirtina bi têkoşîna jinên Rojava re, çalakiyeke meşê ya bi navê “Karwanê Dayikan” hate destpêkirin.
Meş dê bi du baskan pêk bê
Bi diruşmeya “Bi Têkoşîna Jinan a Rojava re Hevgirtin”, Karwanê Dayikan ji bajarê Hamburgê kete rê. Li gorî bernameya ku ji aliyê çalakgeran ve hatiye diyarkirin, beşdarên karwanê hatine dabeşkirin û wê wekî du komên cuda vê meşê bidomînin.
Dê xeta hevgiriyê xurt bikin
Armanca sereke ya çalakiya Karwanê Dayikan ew e ku balê bikişînin ser destkeftiyên Şoreşa Jinê ya Rojava, xwedî li van destkeftiyan derkevin û li Ewropayê xeta hevgiriyê xurt bikin.
Dê li Berlînê bigihin hev
Tê plankirin ku her du komên karwanê piştî meşa xwe ya di ser bajarên cuda re, bigihîjin paytext Berlînê. Dê li Berlînê her du kom bibin yek û bi tevlîbûna girseyî daxuyaniyek bê dayîn û peyama piştevaniya bi Rojava re bê dubarekirin.












