Siyasetmedara Kurd Dîba Keskîn ku di “Konferansa di Sedsala 2yemîn de Veguherîna Demokratîk a Komarê” de axivî diyar kir ku divê jin di komara demokratîk de jî xwedî li mafê xwe derbikevin û got: “Heke em xwedî li mafê xwe dernekevin di komara demokratîk de jî dikarin mafên me desteser bikin.”
Li ser banga gelek siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û akademîsyenan li eywana Navenda Çandê ya Cem Karaca ya navçeya Bakirkoy a Stenbolê “Konferansa di Sedsala 2yemîn de Veguherîna Demokratîk a Komarê” di roja 2yan de berdewam dike. Di roja 2yan a konferansê de siyasetmedar, rewşenbîr, akademîsyên û kesên navdar li ser mijarên pê re eleqadar in nirxandin kirin. Li cihê konferans hat li darxistin bi gelek zimanan pankartên li ser navê konferansê dinivisî hatin daliqandin.
Piştî rûniştinan konferans bi beşa forûmê berdewam kir. Di beşa forûmê ya ku Kuban Kural moderatoriya wê kir û mijara, “Komara kîjan kesî ye, pêşerojeke çawa?” hat gotûbêjkirin. Neslihan Acar ku li ser mijara, “Karker çawa ji hemwelatiyê hatin derxistin?” axivî li ser têkoşîna karkeran rawestiya û got: “Dewlet bi amûrên çewisandin û hiqûqê zextê li civakê dike û bi vê yekê wekheviya hiqûqê jî ji holê radibe.”
Rojnameger Yildiz Tar jî li ser mijara, “Tenêtiya sedsalan: Komar û rastiya LGBTÎ+ û lêgerîna çareseriyê ya sedsala nû” rawestiya û ev tişt anîn ziman: “Dema em ji dîrokê ve jî lê dinerin kesên LGBT+ ji berê de hebûn. Ew pergal di kesayetan de şermê ava dike û derveyî civakê dihêle. Bi pakêta darazê ya 12an ve kesên LGBT+ yên şerm nakin û daxwaza mafê xwe û wekheviyê dikin ji cezayê girtîgehê ve rû bi rû ye. Yekperestiya komarê bûye sedema dijminatiya LGBT+ û di demên pêş de jî LGBT+ weke mijara pêkenokê hatin destgirtin. Demokratîkbûyîn bi derbaskirina tirsê pêktê. Ji bo wê jî di civaka demokratîk de kîjan nirxên civakê dê cih bigirin û divê em bi hev re diyar bikin û hevjiyaneke hevpar ava bikin.”
‘Divê jin xwedî li mafên xwe derkevin’
Siyasetmedara Kurd Dîba Keskîn ku li ser mijara, “Di pêşerojeke çawa de komara demokratîk ji jina oldar re çi pêşkêş dike?” anî ziman ku di sedsala derbasbûyî de komarê tiştek neda netewe û baweriyan û wiha pê de çû: “Komar ku li ser laîkbûnê avabû jinên sergirtî xistin pişt perdeyê. Ji aliyekî ve tarîkatan jin xistin pişt perdeyê ji aliyê din ve jî komarê jinên sergirtî weke ne ‘makbul’ pênase kir û pişt perde kir. Heke jin ji komara demokratîk nestînin, komar demokratîk be jî zilamên di nava komara demokratik de tiştek nadin jinan. Divê jin mafên xwe baş bizanibin. Komara demokratîk ji bo jinan kirdebûnê û di hemû qadên jiyanê de îradebûnê pêşkêş dike. Lê heke em xwedî li van mafên xwe dernekevin dikarin ji destê me bigirin. Tu jin divê ne li gor şêx û melêyan û bîrdoziyan; dê serê xwe bigire an serê xwe vebike, dê çawa bijî bixwe biyar bide. Di dîroka cîhanê de jî di dema têkoşînê de jin bi qastî zilman di têkoşînê de cih digirin lê piştî serkeftinê, dema ku dor tê desthilatiyê cih nadin jinan. Ji bo wê em weke jin xwedî li maf, hebûn û keda xwe dernekevin di komara demokratîk de jî destkeftiyên me dikarin ji destê me bigirin.”
Ayşegul Altinay ku li ser mijara,” Bi hevgirtina cîhanî aştiyê tevnandin” axivî bi lêv kir ku piştî komarê gelek netewe û bawerî rastî pişaftinê û helandinê hatin û li ser rewşa Ermenan rawestiya û qala serpehatî û bîranînên xwe kir.
Mehmet Ugur Korkmaz li ser mijara, “Ma komara gel pêşerojê ji ciwanan re dihêle?” axivî û ev tişt gotin: “Dewlet ji Parka Geziyê bigire heta Kurdistanê bi tang û topên xwe êriş kir. Dema ciwan polîtîk dibin jî rastî tundiya dewletê tên.”
Piştî axaftinan konferans bi dawî bû. Encamnameya konferansê dê ji raya giştî re bê parvekirin.



















